10 girtiyên di greva birçîbûnê de ne ketin ber lêpirsînê

10 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Duzceyê dest bi greva birçîbûnê kirin, ketin ber lêpirsînê.

Ji bo qedandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyên siyasî 10 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê jî dewam dike. Lê belê rêveberiya girtîgehê der barê 10 girtiyên di grevê de ne dest bi lêpirsînê kir.

Girtî bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin, lêpirsîn li ser greva birçîbûnê dest pê kiriye. Girtiyan gotin, eger tecrîdkirina Ocalan neqede wê hemû girtiyên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê bikin.