Konferansa Parlementoya Ewrûpayê: Kurd tekane alternatîf in!

Di Konferansa Kurdan de ya ku li Parlementoya Ewrûpayê tê lidarxistin li ser ‘Perspektîfên li Rojhilata Navîn û çareseriyên wê’ pêşkêşî hatin kirin.

Konferansa Kurdan a 15’emîn de ya li Parlementoya Ewrûpayê didome.

Di panelên roja duyemîn de li ser tecrubeya Rojava, modela xweseriya demokratîk a Mexmûrê û derxistina PKK’ê ya ji lîsteya rêxistinên terorîst a YE’yê hate sekinandin.

DÎROKNASÊ JI ELMANYAYÊ: ROJAVA ŞOREŞEKE DEMOKRATÎK E

Dîroknas Anselm Schîndler di konferansê de qala tecrubeyali Rojava kir û got: “Pergala ku niha hatiye avakirin, pergaleke konfederal e. Li her qada jiyanê komîteyên aştiyane hatiye avakirin û amûrên hilberandinê di destê mirovan de ne.”

DENGÊN CIWAN ÊN JI MEXMÛRÊ

Organîzetorê konferansê û serokê EÛTCC’ê, ji Zanîngeha Bergenê Karîane Westrheîm jî diyar kir ku demek berê li Mexmûrê bi ciwanên 16-20 salî re axiviye û got:“Divê em alîkariyê bidin wan. Ciwan li ser navê gelê Kurd bi îddîa ne. Hêviyên wan ên ji bo dahatûyê gelekî hêvîdar e. 12 hezar kesan ji xwe re bajarek ava kirine. Ev kolektîfbûn bû mijara gelek pirtûkan. Vê rewşa li Mexmûrê bûye yek ji mînaka demokrasiyê û aktorê sereke yê van pêşveçûnan jî PKK ye.”

VERGÎAT: DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ WERE DERXISTIN

Parlementerê Ewrûpayê yê ji Fransayê Marîe-Chrîstîne Vergîat jî got: “Ji ber têkiliyên welatên Ewrûpayê yên bi Tirkiyeyê re, Kurdan berdêleke giran dan.”

Vergîa bal kişand ser biryara DMME ya ji bo Selahattîn Demîrtaş û got:“Ez nerazîbûnên Konseya Ewrûpayê meraq dikim.”

Vergîat diyar kir ku ligel biryara Dîwana Edaletê PKK ji lîsteyê nehatiye derxistin û got: “Dewlet heke bi mantiqî tevbigerin divê PKK’ê ji lîsteyê derxînin û ev ew ê bibe nîşaneke xurt a aştiyê.”

KOÇ: NAYÊ QEBÛLKIRIN KU AYDAR NEKEVE PARLEMENTOYA EWRÛPAYÊ

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç jî ji ber astengkirina berpirsê KNK’ê Zubeyîr Aydar nerazîbûneke tund nîşan da.

Aydar ê ku ew jî yek ji axaftvanê konferansê bû ji pêşiya Parlementoya Ewrûpayê bi paş ve hatibû vegerandin. Li ser vê yekê axaftina Aydar bi nivîskî hate xwendin.