'Hevdîtina bi Ocalan re wê hevsengiya herêmê biguherîne'

Di roja duyemîn a Konferansa Kurd de ya li Parlamenta Ewropayê, işaret bi rola Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hate kirin û hate gotin, hevdîtina bi Ocalan re wê li herêmê hevsengan biguherîne.

Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê di roja duyemîn de ye. Parlamenterê berê yê HDP'ê Ahmet Yildirim li konferansê axivî. Yildirim bal kişande ser rola dewletên Ewropayê ya li ser krîza Rojhilata Navîn û got, "Cîhana Rojava ne aliyê çareseriyê yê krîza Rojhilata Navîn e, lê sedema wê ya dîrokî ye."

Yildirim dewamî got: "Kurd ne sedema pirsa Sûriyeyê ne (...) Ciwanên Kurd li dijî cihadîzmê û barbariyê şer dikin û ev şer ne tenê ji bo Kurdan e, nexasim dema ku şoreşa jinê tê jiyîn, ev nifş ne tenê ji bo Kurdan canê xwe didin, temsîla hemû mirovahiyê dikin. Ewropa jî ne ji bo Kurdan ji bo nirxê xwe divê tevlî pirsê bibe."

LI ROJHILATA NAVÎN BÊ KURDAN TIŞTEK NEMA AVA DIBE

Yildirim wiha bi mijarê daket: "Li Rojhilata Navîn tiştek êdî bêyî Kurdan nikare ava bibe (...) Kurd ne tenê nifûsa herî xilbe ya bê dewlet in, her wiha hêza herî mezin a siyasî ya bê dewlet in."

HEVDÎTINA BI OCALAN RE WÊ HEVSENGAN BIGUHERÎNE

Yildirim bal kişande ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, heke tenê saetekê bi Ocalan re hevdîtin were kirin wê hevsenga Rojhilata Navîn biguhere.

ARMANCA TIRKIYÊ NE ESAD E LÊ SERKUTKIRINA ROJAVA YE

Ji beşa lêkolîna parastinê ya Londonê Kîngs College, mamoste Bîll Park têkilî Sûriyeyê got, "Sûriye bûye qadeke lîstikê ku hêzên global û bendê hevdû dikişkişînin" û diyar kir di şerê Sûriyeyê de ti hevalbendî ne mayinde ye. 

Park li ser armanca Tirkiyeyê jî got, armanca Tirkiyeyê ya sereke ne çûyina Esad e, lê serkutkirina Rojava ye.

KESEK LI SÛRIYEYÊ TIRKIYÊ NAXWAZE

Park li ser êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi navê "Mertala Firatê" got, armanc ew bû ku Rojava nebe yek û Tirkiye piştre bi komên cîhadîst re Efrîn dagir kiriye.

Park li ser dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê got, ketiye 'çiravê' û peymana di navbeyna Şam û Enqereyê de ya bi dijberiya Rojava jî wê neçe serî û siberoja Sûriyeyê hê jî ne diyar e. Park got, "Kesek li ser xaka Sûriyeyê Tirkiyeyê naxwaze."

GUNTER: HEDEFÊN MEZIN ÊN RÛSYAYÊ LI SER SÛRIYEYÊ HENE

Sekreterê Giştî yê Komîsyona Welatiyê Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê Mîchael Gunter ê DYA'yî bal kişande ser armancên Rûsyayê yên li ser Sûriyeyê û got, Rûsya bi hedefên mezin e ku wê ziyanê bide NATO'yê û DYA'yê qels bike û ji bo vê jî Rûsya ne li dijî hebûna Tirkiyeyê ye, zorê li Kurdan dike ku bi Şamê re li hev werin. Gunter rejîma Erdogan jî nirxand.

Gunter got, Erdogan dixwaze desteka DYA'yê ya li Kurdan bibire. Gunter her wiha diyar kir peymana di navbeyna DYA û Tirkiyeyê de ya li Minbicê 'demdemî' ye.

AKÎNOBÛ: DIVÊ DEWLETÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ BERPIRSYARIYA XWE QEBÛL BIKIN

Her wiha endamê Koma Dostaniya Kurdan-Japonyayê Kînoshîta Akînobû got, meseleya Kurd li Japonyayê zêde nayê zanîn, rejîma Enqereyê dixwaze rageşiya etnîk bîne Japonyayê jî. Akînobû bal kişande ser êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û got, dewleta Tirk tinekirina Kurdan daye ber xwe. Bal kişande ser desteka dewletên Ewropayê yên li ser êrîşên dagirker ên Tirk û got, bêyî desteka wan Tirkiyeyê nedikarî vê bike û xwest ku bepirsyariya xwe qebûl bikin.

AYDAR: KURD BI PARADÎGMAYA NÛ DIKARIN PIRSA HERÊMÊ ÇARESER BIKIN

Ji KNK'ê jî Zubeyîr Aydar axivî û got, "Dînamîka ku li Kurdistanê geş bûye bi salên 2000'î re geş bûye û hem jî bûye alternatîf. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi paradîgmaya ku danî holê, xwe di ber çareseriya pirsên herêmê re kiriye."

KURD HÊZA PÊŞENG A GUHERÎNA DEMOKRATÎK IN

Aydar bi dewamî bi bîr xist ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi paradîgmaya Tevgera Azadiyê gelên herêmê bi aştî bi hev re dijîn û got, Kurd ne tenê li Sûriyê alternatîf in, bi modêl, rêxistinî, bi potansiyela xwe ya nifûs û aboriyê li Tirkiyeyê, Îran, Iraq û Sûriyê jî hêza pêşeng a guherîna demokratîk in.

BANGA LI YE'YÊ: PKK'Ê JI LÎSTEYÊ DERXÎNIN

Li ser lîsteya terorê ya YE'yê Aydar biryara Dîwana Edelatê ya Ewropayê ya 15'ê Mijdarê bi bîr xist, bang li dewletên Yekîtiya Ewropayê kir ku PKK ji lîsteya navborî were derxistin.

BANGA LI DYA'YÊ: BIRYARA XWE BI PAŞ VE BIKIŞÎNIN

Aydar biryara DYA'yê ya li ser sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd a 6'ê Mijarê jî got, ''Em li bendê ne ku hikûmeta DYA'yê demildest vê biryara xwe bi paş ve bistîne''.

Aydar herî dawî got, "Hem lîsteya terorê, hem jî pêkanînên bi vî rengî ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike û hevsengiyê çêbike, tên kirin. Bi biryarên wiha hûn nikarin hevsengiyê bixin navbera Kurd û Tirkan. Bi van biryaran hem hûn nikarin dilê Tirkiyeyê bi têrkerî xweş bikin, hem jî hûn pê Kurdan dûr dixînin. Dawî li daxwazên Tirkiyeyê nayê, Erdogan ji bo hemû destketiyên Kurdan ji holê rake, her tim hîn bêhtir tiştan dixwaze. Ev yek jî ji bo herêmê tê wateya şer û ne aramiyê. (...) Karê herî baş û bi xêr ê ev hêz bikin ew e, Kurd û Tirkan li dora maseya aştî û danûstandinê bicivînin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê dilê her kesî xweş bike û karekî bi xêr be. Hebûna statuyeke Kurdan a mafdar û adîl li Rojhilata Navîn, wê bi kêrî her kesî were û aştî û aramiya li herêmê xurt bike. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwazim bêjim, di vê mijarê de em amade ne bi wer e bixebitin, guh bidin nêrîn û pêşniyarên we."
Beşdarên konferansê rabûn ser piyan û çepik ji axaftina Aydar re xistin.