Li Efrînê çalakiyên sabotajê: 4 çete hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ'ê li Efrînê 3 çalakiyên sabotajê kirin. Serçeteyekî koma bi navê Sûltan Mûrat Hamza Qerha jî di nav de 4 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şervanên wan li navenda Efrînê û navçeya Cindirêsê li artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete xistine.

Di daxuyaniyê de li ser 3 çalakiyên sabotajê ev agahî hatin dayin:

"Roja 5'ê Kanûnê tîmeke me li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê li dijî wesayiteke leşkerî çalakiyeke sabotajê pêk anîn ku yek ji serçeteyên koma bi navê Sûltan Mûrad Hamza Qerha û ajokarê wî tê de bûn. Di çalakiyê de Qerha û ajokarê wî hatin kuştin û wesayit bi temamî hate îmhakirin.

Heman rojê, li ser rêya Raco-Efrînê li dijî wesayita ku serçeteyekî Lîwa el-Şîmal Abdullah el Zirbê tê de bû, çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiya sabotajê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara zelal bi dest neket.

Hêzên me heman rojê li navenda navçeya Cindirêsê li dijî nuqteyeke koma çete ya bi navê Feylaq el-Şam çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn."