Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 15'emîn de ye

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlementera HDP'ê Leyla Guven di roja 15'emîn de ye. Tendirustiya Guven xerab dibe. Li Hewlêrê jî greva birçîbûnê didome.

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku dîl hatiye girtin li hemberî tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Guven li hemberî tecrîda li Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû. Guven gotibû ku, “Ev tecrîd ne li dijî kesekî, li gelekî tê kirin. Ez jî endameke wî gelî me, mirina li ser wê rêyê qebûl dikim.”

Li gorî agahiyên ku hatine stendin, Guven a ku 54 salî ye, bandora çalakiyê li ser tendirustiya wê dike.

Piştî Guven li Amed, Colemêrg, Wan, Edene û Rihayê di 17-18’ê Mijdarê de ji bo piştgiriyê grevên birçîbûnê yên du rojan hatibûn kirin.

Di çalakiyê de tê xwestin ku bila tecrîda li Ocalan were bidawîkirin û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a ku girêdayî Konseya Ewrûpayê ye, peywira xwe bi cih bîne.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI HEWLÊRÊ DI ROJA 2’EMÎN DE YE

Bi pêşengiya Nûneriya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û greva birçîbûnê de roja duyemîn de ye.

Di destê sibehê de gelek partî, sazî û gel çûn serdana koma ku li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Partiya Zehmetkêşan, Partiya Yekîtiya Kurdistanê, Bizûtnawa û nûnerên Rojava yên li Hewlêrê jî tê de gelek partî çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê.

Kom wê sibê bi daxuyaniyeke çapemeniyê greva birçîbûnê dewrî komeke din bike.