Li Parlamentoya Iraqê 'Koma Jinan' hate avakirin

Parlamenterên jin ên Parlamentoya Iraqê yên ji bawerî û etnîkên cuda 'Koma Jinan' ava kirin.

Parlamenterên jin ên Parlamentoya Iraqê 'Koma Jinan' ava kirin. Parlamenteran xwestin ku wezaretên jinan dîsa werin avakirin û bi kotaya 25 ji 100'î xwestin ku di nav hikûmetê de cih bigirin.

'JI BO BEREVANIYA LI MAFÊ XWE Û DIYARKRINA PEYWIRA HIKÛMETÊ..'

Endama YNK'ê Arezû Ehmed ku ji Rojnewsê re axivî got, di nav komê de ji hemû bawerî û etnîkan jin hene. Ehmed got, ''Di nav koma jinan de, ya li parlamentoyê, Kurd, Ereb, Tirkmen, Sinî, Şiî, Xiristiyan ji gelek bawerî û etnîkan jin hene. Armanca komê ew e ku berevaniyê li mafê jinan bike, rola hikûmetê, maf û peywirên jinê ya di nav civakê de diyar bike.''
Arezû got di wezaretan de divê bi kotaya 25 ji 100'î jin wrin peywirdarkirin û domand, ''Ji hêla Heydar Ebadî ve Wezareta Karê Jinan hate rakirin. Em dixwazin ev wezaret dîsa were avakirin.''

'HÊ TI BERSIVEK NEHATIYE'

Arezû diyar kir wan daxwaza xwe ji bo Seroktiya Parlamentoya Iraqê, ji bo Serokkomarî û Serokwezîrtiyê ragihande lê hta niha ti bersivek nestandine, ji wan re gotine ku ew li ser babetê gotebêj dikin.