Rewşa girtiyên di rojiya mirinê de ne giran dibe

Girtiyên MLKP'yî Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim 69 roj in di rojiya mirinê de ne. Turkmen Karabak got, hevserê wê bi 23 kîloyan li xwe kêm kiriye û pêwîstî bi piştgiriya raya giştî heye.

Girtiyên MLKP'yî Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ne, ji bo şermezarkirina binpêkirina mafên wan ev 69 roj in di rojiya mirinê de ne. Rewşa tenduristiyê ya Karabak û Yildirim nebaş bûye.

23 KÎLO LI XWE KÊM KIR

Hevsera Kadîr Karabak Turkmen Karabak diyar kir ku fikarên wan roj bi roj zêde dibin û got, "Dema ku em pê re axivîn, dengê wî gelekî westiyayî dihat. Got ku 23 kîlo li xwe kêm kiriye. Li ser tenduristiya wî em agahiyan nikarin bigirin. Di axaftina dawî de ji min re got, 'dozerek bi me re axivî, lê hevdîtin qet baş derbas nebû'. Wer xuya ye ku rêveberiya girtîgehê wê paş ve gav neavêje. Parêzeran gotin, di hevdîtina bi midûrê girtîgehê re hatiye ragihandin ku Wan weke girtîgeha pîlot hatiye hilbijartin û kiryar wê dewam bikin. Di wê baweriyê de me ku piştî hevserê min û Esat Nacî Yildirim ji ser hişê xwe çûn, wê hingî mudaxleyî wan bike."

'PIŞTGIRIYA RAYA GIŞTÎ GIRÎNG E'

Karabak anî ziman, hevserê wê û Yildirim daxwaza mafên xwe yên herî xwezayî dikin û got, hevserê wê û hevalê wî niha dest ji rojiya mirinê berdin jî wê pirsgirêkên tenduristiyê yên giran li wan der bibin.

Karabak bi bîr xist ku du zarokên wan hene û ji rêveberiya girtîgehê xwest, daxwazên hevserê wê û hevalê wî qebûl bike.

Turkmen Karabak diyar kir, di vî warî de ew bi parlamenterên HDP'ê re hevdîtinan dikin, lê piştgiriya raya giştî girîng e.