'Di sala 41'ê de ala sosyalîzmê wê hîn bilind bibe'

Salvegera 40. a damezrandina PKK'ê li çiyayên Kurdistanê hate pîrozkirin. Rûken Garzan li pîrozbahiyê axivî û got, "Faşîzm û hêzên komploger wê di nava komployên xwe de bixeniqin, Tevgera Azadiyê jî wê ala sosyalîzmê bikind bike."

Pîrozbahiya salvegera 40'mîn a avabûna PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Li gel Endamên Komîteya Rêveber ên PKK'ê Rûken Garzan û Qasim Engîn, Endamên Komîteya Navendî yên PKK'ê Hemrîn Dersîm û Cemal Şerîk, ji fermandarên HPG û YJA-STAR'ê Kawa Garzan, Hêzîl Ozgur, Mizgîn Botan û Çeknaz Agirî jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Rûken Garzan di merasîma leşkerî de axivî û diyar kir ku ew ê di sala 41'mîn de jî ala sosyalîzmê bi têkoşîna xwe bilind bikin.

PKK JI GELÊN CÎHANÊ RE DIBE MÎNAKA CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK

Garzan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji bo salvegera 40'mîn a Cejna Vejînê kom bûne. Em salvegera 40'mîn di serî de li Rêber Apo û hemû şehîdên xwe pîroz dikin. Bi vê mebestê di kesayeta hevrêyên xwe Hakî Karer, Delal Amed, Zekî Şengalî û Atakan Mahîr de, di salvegera 40'mîn de em hemû şehîdên xwe bi hezkirin û hurmet bi bîr tînin û soz didin ku em ê tola wan li erdê nehêlin û bigihêjin armanca wan. PKK'ê di 40 salî de mîraseke gelekî dewlemend a nirxên civakî û gerdûnî hişt ji dîroka Kurdistanê re. PKK'ê di nava civaka Kurdistan û Rojhilata Navîn de jiyaneke nû, azad, bi rûmet û pêşverû afirand. Di pêşengtiya Rêber Apo de PKK'ê di 40 salî de asteke bilind a mirovahiyê derxist holê û kire malê mirovahiyê. Li hemberî dagirkerên hov, mêtînger û desthilatdar di pêşengtiya Rêber Apo û PKK'ê de têkoşîna hêza azadî, mirovahî, jiyan û civaka azad derket holê. PKK'ê di nava 40 salî de pêşengtiya azadî, demokrasî û sosyalîzmê kir. Şervanên azadiyê li hemberî faşîzmê têkoşîneke mezin kirin, bi coş û moraleke mezin îro jî şer dikin. Jinên Kurd ên ku di pêşengtiya PKK'ê de Bîrdoziya Rizgariya Jinê pêş dixin, ji jinên cîhanê û civakên wê re dibin mînaka civaka wekhev û exlaqî. Têkoşîna Azadiya Jinê bû qadeke bingehîn a têkoşîna PKK'ê. PKK a ku li hemberî hêzên emperyalîst, faşîst û desthilatdar reng û hêza jin û ciwanan derxist holê, di heman demê de bû reng, deng û vîna gel û baweriyên cûda, ji civakên cîhanê re jî dibe mînaka civaka sincî."

PKK'Ê NIRXÊN GEL MAYÎNDE KIRINE

Rûken Garzan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên hêzên dagirker û emperyalist û ev nirxandin kir: "Di salvegera 40'mîn de jî careke din PKK'ê li hemberî sîstema kapîtalîst û emperyalîst peyama ku dayî cîhan û civakê ev e: em ê ti carî ji vîna azad, civaka azad, hebûn û jiyana azad paş de gav navêjin, her biparêzin û di nava civakê de mayînde bikin. Îro jî em nûnertî û pêşengtiya vê dikin. Di pêşengtiya Rêber Apo, şehîdên me yên mezin û gelê me de pêla têkoşîna mezin, pêla rizgarî û wekheviyê li hemû derê dimeşe. Ji ber vê yekê jî hêzên metînger li hember Rêber Apo û PKK'ê di nava hewldana êrîşeke mezin de ne. PKK'ê bi dehan caran êrîşên mezin ên komplogeriyê pûç kir. Komploya Navneteweyî di pêşengtiya Rêber Apo, şehîd û gelên me de di van 20 salan de pûç bû. Îro dixwazin komployê dubare bikin. Bi taybet jî hêzên wekî Emerîka, emperyalist û dagirker, di şexsê Rêber Apo û rêveberiya me de dixwazin li hemberî gelê Kurdistanê û têkoşîna me komployan bikin. Lê em dizanin PKK'ê di nava van 40 salan de xwe xistiye nava dilê vî gelî. Xwe îspat kiriye. Meşa azadiyê bilind û fireh kiriye. Wê PKK vê komployê jî pûç bike û têkoşîna xwe ya mirovahî û azadiyê bimeşîne û bi serketinê mîsoger bike. Serketin a PKK'ê ye. Ji ber ku PKK'ê nirx û hêviyên gel mayînde kirine. Bûye pêşenga gel. Îro jî PKK li rola xwe ya pêşengtiyê xwedî derdikeve û xwedî biryar e. Ya ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn winda bike, wê xeta emperyalîzmê û xeta hêzên dagirker be. Li ser vê esasê li Kurdistan û Rojhilata Navîn em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin, ala sosyalîzmê di nava civakê de li ba bixin." Garzan herî dawî jî Salvegera PKK'ê li hemû gel û cihana azadîxwaz pîroz kir.