Hêzên YJA Star û KBDH'ê li dijî qereqolê çalakî pêk anîn

Hêzên YJA Star û KBDH'ê di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dest pê kirine, li dijî Qereqola Korxanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de derb li 2 wesayitên zirxî hate xistin û 2 kontra hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Îdir û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya hêzên YJA Star û KBDH'ê de, ku li eyaleta Serhedê dest pê kiriye, roja 20'ê Mijdarê saet 9'an li dijî Qereqola Korxanê ya navçeya Başan a Îdirê çalakiyek hate lidarxistin. Ji 2 baskan ve li qereqola dijmin û wesayitên zirxî yên hatin destwerdanê gule hate reşandin. Di encama çalakiyê de derb li 2 wesayitên zirxî hate xistin, 2 kontra hatin kuştin, kontrayek jî birîndar bû.

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

20'ê Mijdarê saet 18'an, wesayita kontrayê bi navê Mehmet Alî Ozturk ku ji Qereqola Durê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi kampa Dê ku navenda kontra ye diçû, bû hedefa hêzên me. Piştî derbên ku li wesayitê hatin xistin, kontra ji wesayitê derket û ber bi nîzamiyeyê ve reviya. Hêzên me çûn cem wesayitê, 2 debance, çekek AK-47 (kalaşnîkov) 2 dûrbînên ku dûrahiyê dipîvin, 2 çente û gelek belge desteser kirin. Wesayit jî bi temamî îmha kirin."