Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê yên li derveyî welat, li Belçîkayê konferansek li dar xistin û avakirina ROJIN (Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) ragihandin.
Efserê berê yê NATO'yê Cafer Topkaya diyar kir ku hucreyên razayî yên rejîma Erdogan li Elmanyayê hene û got, "Çavkaniyekî pê bawer ji min re got ku SADAT amadekariyan dike ji bo li Elmanyayê operasyonan bike."
Endamên Piştevaniya Mor a Edeneyê gotin, divê jin ji bo maf û jiyana xwe di 25'ê Mijdarê de bibin yek û dakevin qadan.
Bavê wî endamê Desteya Akademiya Sînemayê ya Kubayê ye. Ew bi xwe di nava Komuna Fîlman a Rojava de cih digire. Alberto Garcîa got, armanca wan afirandina sînemaya gelparêz e.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li navenda Efrînê li dijî nuqteyeke çeteyan çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 3 çete hatine kuştin.
KCDK-E bal bir ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê û ji Yekîtiya Ewropayê, ji sazî û dewletên Ewropayê xwest, vê biryarê bi cih bînin. Bang li gel jî kir ku ji bo bicihanîna biryarê, têkoşînê geş bike.
Girtiyên MLKP’yî Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim ên di rojiya mirinê de, rewşa wan xerab dibe. Parêzer bi girtî û gerînendeyê girtîgehê re civiyan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), li ser serlêdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş biryar da. DMME'yê hikum da ku divê Demîrtaş were berdan.
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn girtiye, têkildarî biryara DMM’yê daxuyaniyek da û diyar kir ku pozîsyona rehîngirtinê bi hiqûqî hate tescîlkirin.Demîrtaş destnîşan kir ku veyaseta li ser darazê ji bo demokrasiyê gefan çêdike.