Piştî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) di derbarê Hevserokê Giştîyê HDP'ê ye Berê Selahattîn Demîrtaş de biryara “divê dawî li pêvajoya girtibûnê bînin" da, parêzerên Demîrtaş Ramazan Demîr, Benan Molû û Mûrat Arksak, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneneyê Demîrtaş ziyaret kirin. Demîrtaş, bi rêya parêzeran daxuyanî da û diyar kir ku bi biryara DMME'ê dîlgirtina wî ya siyasî bi awayekî hiqûqî hat tescîlkirin. Parêzeran piştî hevdîtina bi 3 saetan a bi Demîrtaş re kir li ber derê girtîgehê daxuyanî dan. Parezeran diyar kir ku Demirtaş biryar nirxandiye. Parêzer Ramazan Demîr, peyama Demîrtaş parve kir û wiha got:
Peyama Demirtaş a di derbarê biryara DMME'ê de wiha ye:
“Bi biryara DMME'ê de bi awayeki hiqûqî dîlgirtina siyasî tescîl bû. Wekî ku me ji roja ewil ve got operasyona li dijî HDP’ê, girtina me, darizandina me ne hiqûqî bû. Bi sedemên siyasî hatin kirin. Bi vê biryarê hemû îftira û dozên ku ez jê dihatim darizandin tev hilweşiyan. Di serî de Dadgeha Destûra Bingerhîn (AYM) jî di nav de hemû dadgehên ku ez darizandim binpêkirinên mezin pêk hatine. Bi vê biryara DMME'yê ev teqez û tescîl bû. Veyaseta ku bi destê siyasetê li ser daraz û demokrasiyê hatiye avakirin gefên mezin li pêşeroja civakê û demokrasiyê dixwe. Ev mijar ne giredayî kesayeta min e. Wekî DMME jî di biryara xwe de tesbît kir, ji bo tevahiya civaka Tirkiyeyê rewşek metirsîdar e. 2 sal in ez neheq girtî me. Lê tevî vê yekê min baweriya xwe ya demokrasî û edaletê ti car winda nekir. Di vê milî de çavkaniya min a hevî û baweriyê gel e. Ez ji HDP’ê, gelê me û yên di nava piştevaniyê de tevan spasiyên xwe pêşkêş dikim. "
Prz. Ramazan Demîr di derbarê biryara DMME'ê de anî ziman ku hem di serdema referandumê de û hem jî di serdema Serokdewletiyê de girtina Demîrtaş bi ti hiqûqê nayê vegotin û di derbarê xala 18’an a girtina Demirtaş de ne girêdayî meseleyek şexsî bû. Ev biryar ji bo hemû Tirkiye encamekê bi xwe re tîne. Wekî wî jî got darizandinên hatin kirin ne hiqûqî bû û bi vê biryarê hat tesbîtkirin û tescîlkirin.
Demîr, helwesta Serokkomar Erdogan a "Ev biryar me eleqeder nake" jî rexne kir û wiha got: “Ev ne daxuyaniyek ku welatekî hiqûqî bine ziman. Ev li dijî feraseta dewleta hiqûqê ye. Xala Qanûna Bingehin a 90’î li holê ye. Dîsa xala PMME'ê ya 46’an li holê ye. Ji ber vê yekê ne Serokkomar, ne serokwezîr, ne dozger û ne jî kesekî din luksa wan a bêje "Ez guh nadim ve biryarê" tine ye."