Serdar Cafer Topkaya beriya niha li navenda Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) ya li Brukselê wezîfedar bû. Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê ku 15'ê Tîrmeha 2016'an pêk hat, Topkaya jî hate girtin. Sal û nîvekê di girtîgehê de ma û piştî ku hate berdan, reviya derveyî welat.
Topkaya ji rojnameya înternetê HûffPostê re axivî ku li DYA'yê bi gelek zimanan weşanê dike û îdîa kir, rejîma Erdogan amadekariyan dike ku li gelek welatên Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê operasyonan bike.
'SADAT BI RÊYA AA'YÊ PEYAMAN DIŞÎNE'
Topkaya diyar kir, mîna operasyonên MÎT'ê yên li Kosova û Afrîkayê, dibe ku operasyonên bi heman rengî li welatên rojavayê Ewropayê jî werin kirin û got, desthilatdariya Erdogan wê ji bo vê yekê jî hêza xwe ya milîsên çekdar SADAT'ê bi kar bîne. Topkaya diyar kir, SADAT niha koma çekdar a herî xurt e li Tirkiyeyê û ev agahî da:
"Hevalekî min ê li nava artêşê ji min re got, SADAT wê hewl bide li dijî mûxalîfên li Ewropayê operasyonan bike. Hevalê min çavkaniyekî pê bawer e li nava artêşê. Her wiha diyar kir, SADAT bi rêya Ajansa Anadolûyê (AA) peyaman ji hucreyên xwe yên razayî yên li Ewropayê re dişîne."
HEVKARIYA TANRIVERDÎ-KULUNK!
Tê gotin ku Navenda Şêwirmendiya Parastinê ya Navneteweyî (SADAT), çeteyên ku êrîş birin ser Efrînê perwerde kiriye. Serkêşê SADAT'ê, Tûggeneralê teqawîtbûyî Adnan Tanriverdî ye. Tanriverdî ku di heman demê de şêwirmendekî Erdogan e, hevalekî nêz ê wekîlê AKP'î Metîn Kulunk e. Kulunk ku wextekê ji tora AKP'ê ya li Ewropayê berpirsyar bû, di çarçoveya fermanên Erdogan de çeteyên Tirk bi rêxistin dikir.
Kulunk pir caran serdana Elmanya, Hollanda, Belçîka, Swîsre û gelek welatên din ên Ewropayê dikir û bi navê mizgeft, komele û rêxistinên civakî yên sivîl ên AKP'ê, li saziyên ne fermî civîn pêk dianî. Eşkere bûbû ku çeteya "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) ku li Elmanyayê gelek sûc kirin, bi Metîn Kulunk ve girêdayî ne.
Tora ajan-çete ya desthilatdariya Erdogan li Elmanyayê ava kiriye gelek caran kifş bû, lê tevî vê yekê jî lêpirsînên li wan hatin vekirin yek bi yek hatin girtin.