KCDK-E: Divê Ewropa navê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' derxîne

KCDK-E bal bir ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê û ji Yekîtiya Ewropayê, ji sazî û dewletên Ewropayê xwest, vê biryarê bi cih bînin. Bang li gel jî kir ku ji bo bicihanîna biryarê, têkoşînê geş bike.

KCDK-E'yê li ser biryara 15'ê Mijdarê ya Dîwana Edaletê ya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîwana Edaletê ya Ewropayê hikum da ku biryarên Yekîtiya Ewropayê yên ji sala 2014'an heta 2017'an ên li ser hiştina navê PKK'ê li nava 'lîsteya rêxistinên terorê' xwe naspêrin argûmanên têrker. Her wiha bal kişand ser girîngiya banga aştiyê ya dîrokî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2013'an kir."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di doza dijî bicihkirina navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' de, biryar hate dayin ku argûmanên ji bo qedexekirinê bûne hincet, têrker nînin. Parêzerên Konseya Ewropa, Komîsyona Yekîtiya Ewropa, Brîtanya Mezin li aliyekî û parêzerên bi navê PKK'ê ji bo qedexe were rakirin doz vekirin, li rûniştina dozê amade bûn.

Dadgeha Giştî ya Dîwana Edaletê diyar kir, argûmanên ji bo qedexekirinê hatine pêşkêşkirin bi baldarî nehatine lêkolîn û biryar da ku argûman têra qedexekirinê nakin. Hikum da ku biryarên 4 salan hatin dayin, şaş in.

Dadgehê her wiha ragihand ku rewşa nû ya PKK'ê ya li Rojhilata Navîn bi têrkerî nehatiye lêkolîn, ji nedîtî ve hatiye, PKK'ê ji sala 2009'an ve dem bi dem agirbest ragihandiye û di navbera PKK'ê û dewleta Tirk de hevdîtinên ji bo aştiyê pêk hatine. Wekî din bal kişand ser daxuyaniya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Newroza 2013'an û destnîşan kir ku Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Catherîne Ashton û Komîserê ji Berfirehbûnê Berfireh Stefan Fule piştgirî dane vê daxuyaniyê.

Dawiya dawî Dadgeha li Luksembûrgê biryar da ku biryarên di navbera salên 2014 û 2017'an de ji bo hiştina PKK'ê li nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê hatine dayin, divê werin rakirin. Li gel vê biryarê jî Konseya Ewropayê lîsteya heyî ya terorê didomîne. Ev nêzîkatî biryareke siyasî ye.

'PKK LI DIJÎ BARBARAN TÊDIKOŞE'

Divê were destnîşankirin; gelê Kurd bi pêşengiya PKK'ê li dijî terora dewleta Komara Tirkiyeyê têdikoşe, aliyekî vî şerî ye û ne terorîst e. Ev rabûna li ber teror û talana li ser gelekî, helwesteke mafdar a xweparastinê ye û sekneke exlaqî û civakî ye.

Dîwana Edaletê her wiha diyar kir, divê were dîtin ku PKK'ê li dijî çeteyên barbar ên DAÎŞ'ê jin û zarokên Êzidî, Asûrî, Xiristiyan, gel û baweriyên cuda parastiye, nehiştiye komkujî bê serê wan û ev helwesta wê jî bi minet û rêzdarî li cîhanê hatiye pêşwazîkirin."

'DIVÊ EWROPA BIRYARÊ BI CIH BÎNE'

KCDK-E'yê ji Yekîtiya Ewropa û hemû sazî û dewletên Ewropayê xwest ku biryarê bi cih bînin û got, "Ev biryar nîşan dide ku PKK têkoşîneke mafdar û rewa dike û bi rengekî bê hiqûqî di lîsteya terorê de ye. Divê hêzên siyasî vê biryarê bi cih bînin.

Bi navê KCDK-E em bang li hemû sazî û dostên xwe dikin ku ji bo bicihanîna biryara Dîwana Edaletê bikevin nava hewldanan, li her derê karê dîplomatîk bikin û ji bo biryar bikeve rojevê têbikoşin."