Rewşa girtiyên di rojiya mirinê de xerab dibe

Girtiyên MLKP’yî Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim ên di rojiya mirinê de, rewşa wan xerab dibe. Parêzer bi girtî û gerînendeyê girtîgehê re civiyan.

Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de girtiyên MLKP’yî Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim 66 roj in di rojiya mirinê de ne. Derbarê rewşa wan parêzerên Baroya Wanê Hamza Çîftçî, Rabîa Ozgokçe û Mahmût Kaçan bi rêveberiya girtîgehê re civiyan.

‘HETA KU TÊLÊN BI STRÎ WERIN RAKIRIN’

Parêzer berê bi Kadîr Karabak re civiyan. Karabak diyar kir ku 2 meh berê hewşa beşa ku ew lê dimînin, bi awayê ku asîman neyê dîtin bi têlên bi strî hatine pêçandin. Karabak diyar kir ku bi vî awayî ew ciha ku asîman dibînin bûye wekî qefesekê. Karabak diyar kir ku ev tişt li dijî rûmeta mirovahiyê ye û heta ku têlên bi strî werin rakirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.

DEST DATÎNIN SER PIRTÛKÊN BU KURDÎ Û NAME NAYÊN DAYÎN

Karabak diyar kir ku girtîgeh dest datîne ser pirtûkên bi Kurdî û nameyên hevsera wî jî nayê dayîn. Karabak bal kişand ser vî tiştî ku di rojiya mirinê de 23 kîlo kêm kiriye û êdî serê wî û her dera wî diêşe.

‘EM Ê QEFESÊ QEBÛL NEKIN’

Parêzer piştre çûn serdana Esat Nacî Yildirim. Yildirim jî diyar kir ku ew dixwazin vê têlên bi strî werin rakirin. Yildirim jî 7 kîlo kêm kiriye û êdî êş dikeve serê wî.

Girtiyan ragihandin ku şekir û xwêya li odeya wan jî hatiye desteserkirin.

GERÎNENDE: WEZARETA DADÊ FERMAN DAYE

Parêzer piştre bi gerînendeyê duyem ê girtîgehê re civiyan. Gerînende diyar kir ku pêçandina têlên bi strî ne biryara wan e û Wezareta Dadê ferman daye wan. Gerînende diyar kir ku ew ê hemû hewşên girtiyan bi têlên bi strî ser wan were girtin.

Gerînende îddîa kir ku ji ber tendirustiya girtiyan wan dest danîne ser şekir û xwêya girtiyan.