DMME: Divê Demîrtaş bê berdan -NÛ BÛ
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), li ser serlêdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş biryar da. DMME'yê hikum da ku divê Demîrtaş were berdan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), li ser serlêdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş biryar da. DMME'yê hikum da ku divê Demîrtaş were berdan.
Demîrtaş ku Mijdara 2016'an di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hate girtin û ji hingî ve girtî ye, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê biryar da ku gelek mafên wî yên li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin.
Dadgehê hikum da ku serlêdana Demîrtaş a li gorî xala 18'an a PMME'yê ya qebûlkirinê ye.
Di biryarê de hate ragihandin, girtina Demîrtaş li qanûnên Tirkiyeyê nayê û divê tavilê bê berdan. Li gorî biryarê, xala bi hejmara 5/3 a PMME'yê hatiye binpêkirin û ev xal li ser mafê azadî û ewlekariyê ye.
Dadgerên DMME'yê her wiha bal kişandin ser gotinên Demîrtaş ên di dema çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana Kobanê û diyar kir, Demîrtaş sûc nekiriye. Di biryarê de ji dewleta Tirk hate xwestin ku ji bo Demîrtaş were berdan tedbîrên pêwîst werin girtin.
Dadgehê wekî din dewleta Tirk bi dayina 10 hezar euroyî mehkûmî tazmînata manewî kir û hikum da ku ji bo lêçûnên darizandinê û yên din bide, 15 hezar euro tazmînatê bide.