Li dijî sînemaya elîtîst, sînemaya gelparêz

Bavê wî endamê Desteya Akademiya Sînemayê ya Kubayê ye. Ew bi xwe di nava Komuna Fîlman a Rojava de cih digire. Alberto Garcîa got, armanca wan afirandina sînemaya gelparêz e.

Komuna Fîlman a Rojava di salvegera 58'an a komkujiya Sînemaya Amûdê de "Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê" organîze kir. Xelatên festîvalê hatin belavkirin.

Zêdeyî 400 fîlm, anîmasyon û dokûmanterên ji gelek welatan û ji çar parçeyên Kurdistanê serî li festîvalê dan.

Festîvalê 13'ê Mijdarê dest pê kir û 7 rojan dewam kir. Tevî Kobanê li Amûdê, Qamişlo, Dêrik, Serêkaniyê, Şehba û kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Mexmûr û Şengalê 80 fîlm hatin nîşandan.

Yek ji endamên komîteya amadekar a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê Alberto Garcîa bû. Bavê Garcîa di dema şoreşa Kubayê de cihê xwe di damezrandina Akademiya Sînemaya Kubayê de girtibû. Ew bi xwe jî endamê Komuna Fîlman a Rojava ye.

Alberto Garcîa li ser festîvala fîlman ji ANF'ê re axivî û got, ew dixwazin li dijî 'sînemaya elîtîst' sînemaya gelparêz biafirînin û bi vî rengî çîroka mirovên li erdnîgariyên cuda ji hev re vebêjin.

Garcîa bi bîr xist, ji bo Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê ku îsal cara yekemîn e hate lidarxistin, ji gelek welatan serlêdana gelek fîlman hate kirin û got, wan festîval bi dokûmanterek li ser jiyana hostayê mezin ê sînemayê Yilmaz Guney qedandine.

Garcîa işaret bi wateya festîvalê ya li Kobanê kir û anî ziman, tevî Kobanê li gelek bajar û kampên penaberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fîlm hatin nîşandan.

Garcîa got, "Ji ber ku festîvala me bi rengekî serketî pêk hat, em kêfxweş in. Lidarketina vê festîvalê li Kobanê ku sembola berxwedana li dijî DAÎŞ'ê ye û li dijî êrîşên Tirkiyeyê radibe, tiştekî gelekî xweş e. Me li gelek bajarên Rojava fîlm nîşan dan. Di heman demê de li kampên Eyn Îsa, Şehba, Şengal û Mexmûrê jî fîlm nîşan dan."

SÎNEMAYEKE BI ÇI RENGÎ?

Garcîa got, "Jin, ciwan, extiyar gelek kes tevlî bûn. Eleqeya ji bo festîvalê baş bû. Ji xwe armanca me ew bû ku em nîşan bidin ku sînema ne elîtîst e" û li ser sînemaya alternatîf ev nirxandin kir:

"Sînema tiştekî ji nava jiyanê ye. Mijara xwe jiyan e. Divê derfetê bide mirovan ku hev nas bike, çîroka hev nas bikin û bi hev re demeke xwe derbas bikin. Festîvala me di vî warî de festîvaleke xweş bû. Gelek fîlm û dokûmanterên ji welatên cuda yên cîhanê di festîvalê de hatin nîşandan. Ji Meksîka, Ekvador, Brezîlya, Fîlîpînan, Afrîka Başûr, Spanya, Fransa, Rûsya, Fas, Fîlîstîn û gelek welatên din ên cîhanê fîlm hatin nîşandan. Bi dîtina min, ev bû parvekirina tecrûbeyeke mezin."

ENDAMÊN JÛRÎ Û DERHÊNER LI SER SÎNOR HATIN ASTENGKIRIN

Garcîa işaret bi ambargoya li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî kir û anî ziman, vê yekê bandor li festîvalê jî kiriye. Garcîa diyar kir, ji ber vê yekê gelek derhêner û endamên jûriyê nekarî tevlî festîvalê bibin.

Garcîa got, "Di festîvalê de hin pirsgirêkên teknîkî derketin holê. Sermeseleyê, ji ber pirsgirêkên li Herêma Başûrê Kurdistanê gelek endamên me yên jûrî û derhêner nekarîn tevlî festîvalê bibin. Me bi rêya înternetê fîlm ji jûrî re şandin. Ji ber ku endamên me yên jûrî her yek ji wan li welatekî cûda bûn. Hinek li Kuba, Spanya, Fransa, Îzlanda û Fîlîstînê bûn. Lê dîsa jî bû tecrûbeyeke baş."

LI SER ŞOPA BAVÊ XWE YE

Albarto Garcîa anî ziman ku festîval ji bo wî xwedî wateyeke cuda ye û wiha dewam kir: "Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku li vir dixebitim. Ji ber ku bavê min jî cihê xwe di Akademiya Sînemayê ya Kubayê de digirt û ji bo sînemaya şoreşgerî hewl dida. Bi taybetî di navbera Spanya û Kubayê de ji bo parvekirina çandê gelekî hewl da. Kêfxweş im ku ez jî niha ji bo parvekirina çandê di navbera Rojava, Spanya û welatên din de dixebitim. Bi dîtina min, ev festîval wê salên bê hîn bêhtir deng vede."

'60 JI SEDÎ YÊ FÎLMAN, FÎLMÊN JINAN BÛN'

Endameke din a komîteya amadekar a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê Safînaz Evdiko jî bal kişand ser zêdebûna fîlmên derhênerên jin û fîlmên bi perspektîfa jinê yên li festîvalê. Evdiko got, "Di festîvalê de bi taybetî fîlmên jinan bal kişandin. 60 ji sedî yê fîlman ên jinan bûn. Di heman demê de fîlmên ji aliyê jinan ve hatin çêkirin hebûn. Gelek fîlmên jinan ji welatên cuda yên cîhanê hatin şandin. Ev yek jî di mijara fîlmên bi perspektîfa jinê de ji bo me bû tecrûbeyek."