Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Li Îranê, karker û kedkar bi mehan e li qadan e, ya jî di grevê de ne. Lê belê ne DYA'yê ev yek kiriye sedemeke ambargoyê, ne jî welatên Ewropayê, Rûsya ya jî Çîn guh didin maf û azadiya mirovan.

Qeyûmê AKP'ê ku li Kreşa Perperok axaftina bi Kurdî qedexe kir, niha jî ji bo pereyan ji malbatên ku zarokên wan berê li kreşê perwerde didîtin werbigire, doz li gelek malbatan vekir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir, sîstema TC a mêtinger bi zanebûn û rêk û pêk êrîş biriye ser gelê sivîl û eşkere kir ku wê hesabê van komkujiyan bipirsin û tola wan hilînin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya 25'ê Cotmehê weşand, ku li Girê Elî Dirêj ê herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê pêk hat. Di çalakiyê de 5 çeper hatibûn rûxandin û 14 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Berdevkê Hikûmeta Başûr Sefîn Dîzaî ji bo kuştina sivîlan a bi destê dewleta  Tirk rewa bike kete dewrê.

Tevgera Nifşê Nû komkujiya dewleta Tirk a li Amediyê şermezar kir, diyar kir, bêdengî 'xiyanet' e û xwest ku ev êrîş bi fermî were şermezarkirin.

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, bersiv da gefên Suleyman Soylû û got, “Ew, gef li kîjan hevalê me bixwe bila bixwe em nahêlin hespê xwe bibezîne. Soylû çima ji çi ditirse û bi sedan parazvanan tê meclîsê?”

Li Cerablûsê leşker û îstixbareta Tirk piştî nimêja Înê ji bo ku gel çalakiyan pêk neîne derdora hemû mizgeftên li bajêr dorpêç kirin.

Parêzerên dozê yên têkildarî biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê daxuyaniyek dan, anî ziman ku Dadgeha Luksembûrgê biryar da ku divê biryara mayîna serlêdana PKK’ê ya ji bo dema 2014-2017’an a lîsteya terorê ya YE’yê betal bibe.