Qeyûmê AKP'ê kreşa Perperok ji xwe re kiriye ticaretxane

Qeyûmê AKP'ê ku li Kreşa Perperok axaftina bi Kurdî qedexe kir, niha jî ji bo pereyan ji malbatên ku zarokên wan berê li kreşê perwerde didîtin werbigire, doz li gelek malbatan vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî, sala 2015'an Kreşa Kurdî ya Perperok vekir û bi sedan zarokan lê perwerde dîtin. Cara yekê bû ku kreşeke zarokan a bi zimanê wan ê dayikê hatibû vekirin. Xwedîderketina gelê Kurd a li zimanê xwe yê dayikê, tirs berdabû nava dilê AKP'ê û dewleta Tirk. Qeyûmên ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve li hemû şaredariyên bajar û navçeyên Kurdistanê hatin bicihkirin, destpêkê kreşên Kurdî kirin hedefa xwe. Li van kreşan, perwedeya bi zimanê Kurdî, axaftina bi Kurdî qedexe kirin.

LI ŞÛNA KURDÎ DEST BI DERSA OLÎ KIRIN

Qeyûmê AKP'ê, navê Kreşa Kurdî ya Perperok a ku perwerdeya Kurdî dida, kir Kreşa Zarokan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Û perwerdeya bi Kurdî qedexe kir, bi vî rengî kir Tirkî. Qeyûmê AKP'ê piştre jî rabû dera olî da zarokên 3-5 salî ku di wî emrî de zarok divê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin û bi lîstikan bilîzin. Ji bo dersa olî ku bi navê dersa 'nirxan' tê dayin, Miftîtiya Wanê komek wezîfedar kir.

Ev kesên ji aliyşê miftî ve hatine wezîfedarkirin, her rojên nava hefteyê saetekê dersa olî didin zarokan. Qeyûmê AKP'ê yê li Wanê ku temamiya malên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê firotiye, şaredarî xist bin deynê bi mlyonan lîreyî.

JI MALBATAN PERE XWEST

Qeyûmê li Wanê ku şaredarî pêşkêşî AKP'ê û alîgirê xwe kiriye, karên wî yên ne li rê di Rapora dîwana mûhasebatê de jî xuya kir. Hedefa nû ya qeyûmên rejîma AKP'ê, malbatên ku zarokên wan beriya niha li kreşê perwerde didîtin. Kreş bê pere xizmet dida, lê qeyûm ev yek kir bi pereyan. Niha jî daye pey malbatên zarokan ji bo karibe pereyan ji wan bistîne. Qeyûm li dijî malbatên hemû zarokên di dema şaredariya DBP'yî de diçûn kreşê doz vekir û daxwaza 400 lîreyî kir.

Malbatan nerazîbûn nîşanî vê dan û diyar kirin, armanca qeyûm ew e ku pereyan ji wan bistînin. Malbatan diyar kirin ku di dema DBP'ê de Kreşa Perperok hem bi Kurdî, hem bê pere, hem jî bi kalîteyeke gelekî baş perwerde dida. Malbatan gotin, "Perperok navenda perwerdeya Kurdî bû. Piştî ku qeyûm hate tayînkirin, Kurdî hate qedexekirin û kreş kirin ticaretxane. Niha jî hewl didin pereyan ji me bistînin. Ji bo vê jî doz li me vekirine. Şaredarî ne ticaretxane ye, ew cihê xizmetê ye."