Tevgera Nifşê Nû: Divê dewleta Tirk bi fermî were şermezarkirin

Tevgera Nifşê Nû komkujiya dewleta Tirk a li Amediyê şermezar kir, diyar kir, bêdengî 'xiyanet' e û xwest ku ev êrîş bi fermî were şermezarkirin.

Koma Tevgera Nifşê Nû ya Parlamantoya Iraqê komkujiya ku balafirên şer ên Tirkiyeyê li navçeya Amêdiyê ya Dihokê pêk anîbû bi tundî şermezar kir. Koma Nifşê Nû bêdengiya Parlamantoya Herêma Kurdistanê û Bexdayê ya li hemberî bombebaranê jî wekî “xiyaneta li hemberî sûnda parlamentoyê” pênase kir.

Roja 14’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Eredina yê ser bi komelgeha Qediş a navçeya Amediyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 welatiyên bi navê Remezan Mihemed Ebdulrehîm, Îsmaîl Hesen Qebalin û Dilovan Seleh Hesen jiyana xwe ji dest dan.

Koma Tevgera Nifşê Nû ya Parlamantoya Iraqê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û komkujî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku li herêmên hatine bombebarankirin bi tu awayî baregehên PKK’ê nîn in, li wê herêmê gelê sivîl dijî û debara xwe li ser çandiniyê dikin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bêdengiya Hikûmeta Iraqê û civaka navnewetî bûye sedema kuştina welatiyan, valakirina gundan û wêrankirina cihên çandiniyê.

Di berdewama daxuyaniyê dê hat destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk binpêkirina serweriya xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê ye û bombebaran bi tundî hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemberî bomberanên ku bûne sedema kuştina bidehan welatiyan, heta niha helwestek cidî ji aliyê Hikûmet Iraqê û Herêma Kurdistanê ve nehatiye nîşandan. Di daxuyaniyê de bêdengiya Hikûmet û Parlamantoya Iraqê, her wiha bêdengiya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistan jî wekî, “Xiyaneta li hemberî serweriya xaka Iraq, gelê Iraqê û sûnda parlamentoyan” hat pênasekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev pêşniyar hatin kirin:

“1 – Bila êrîş bi awayekî fermî bên şermezarkirin û bi hawara kes û karên qurbaniyan ve biçin.

2 -  Pêwîst e bang li sefîrê Tirkiyeyê bê kirin û bi awayekî vekirê jê re bê gotin ku ti dewlet nikarin destdirêjiyê li ser xaka Iraq û gelê Iraqê bike.

3 - Pêwîste komisyonek ji aliyê parlamantoyê ve bê avakirin û ev komisyon alikariya kes û karê qurbaniyên êrîşên Tirkiyeyê bike.