Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Çeteyên DAÎŞ'ê ku ji ber operasyonên QSD'ê li Dêra Zorê asê mane, bi wesayitên bombebarkirî êrîşên xwekujî dibin ser şervanên QSD'ê. Eşkere bû ku ji bo çeteyên xwekuji ji êrîşa bombeyî venegerin bi wesayitên bombebarkirî ve tên girêdan.

Berdevka QSD'ê Lîlwa Ebdulah operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ'ê nirxand û got, pêngava Hecînê yek ji pêngavên herî giran e. Lîlwa Ebdulah destnîşan kir ku heta DAÎŞ biqede wê operasyona wan bê navber dewam bike.

Neh partiyên Kurd li Amedê li hev civiyan û li dijî asîmîlasyonê ji bo teşwîqkirin û pêşvebirina zimanê dayikê platformek ava kirin.

HPG'ê diyar kir, li Çelê di çalakiya gerîla de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîla Kûrtay Nûsaybîn ê li Xakurkê ji ber bomberdûmana balafirên şer şehîd bû, hate eşkerekirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî  Temellî li Cizîrê di civîna gel de axivî û got, "Ev civak li aştiyê digere. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Werin em bi hev re tecrîdê rakin."

Li Endonezyayê, balafira ku 188 rêwî tê de bûn kete nava deryayê.

Li Çînê di kana komirê de qezayek çêbû û herî kêm 19 kes mirin. Di vê madenê de di 22’ê Çileyê de jî 22 karker asê mabûn.

YPG'ê diyar kir, 27'ê Cotmehê li navçeya Raco ya Efrînê li dijî baregeheke leşkerên Tirk çalakiyek hatiye kirin û di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.