Berdevka QSD'ê Lîlwa Ebdulah: Operasyon wê bênavber bidome

Berdevka QSD'ê Lîlwa Ebdulah operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ'ê nirxand û got, pêngava Hecînê yek ji pêngavên herî giran e. Lîlwa Ebdulah destnîşan kir ku heta DAÎŞ biqede wê operasyona wan bê navber dewam bike.

Bajarokê Hecînê yê wîlayeta Dêra Zorê herêma herî dawî ye ku çeteyên DAÎŞ'ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina vî bajarokî ev 50 roj in operasyonê dikin. Navê "Pêngava qedandina terorê" ya pêngava "Bagera Cizîrê" li vê operasyonê hatiye kirin. Berdevka QSD'ê Lîlwa Ebdulah li ser qonaxa dawî ya pêngavê ji ANF'ê re axivî. Ebdulah diyar kir, ev herêm ji bo çeteyan stargeha dawî ye û got, heta ku DAÎŞ li vê herêmê biqede wê operasyona xwe bê navber bidomînin.

Lîlwa Ebdulah bi bîr xist, operasyona Hecînê 10'ê Îlonê li çar eniyan dest pê kir û heta ku DAÎŞ bi temamî ji herêmê bê avêtin wê dewam bike. Lîlwa Ebdulah got, "Pêngava Dêra Zorê meha Îlonê dest pê kir. Armanc ji pêngavê ew e ku rojhilatê Firatê bi temamî ji DAÎŞ'ê were paqijkirin. Pêngavê ji çar baskan dest pê kir. Armanc ji vê yekê ew e ku herêmên Hecîn, Sûsa, Şefa, Ebû Xaser û Ebû Hesen ji çeteyan bên paqijkirin. Heta ku herêm bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin wê pêngav dewam bike."

'EM DI ROJÊN HERÎ GIRAN Ê ŞER DE NE'

Ebdulah diyar kir, rojên dawî ji ber bahoza ji tozê şerekî giran diqewime û wiha pê daket: "Em di rojên herî giran ê şer de ne. Li gelek deveran şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de hin şervanên me şehîd bûn, hinek jî birîndar bûn. Şervanên me yên şehîd bûn, ji bo rizgarkirina gelê sivîl û qedandina zilma çeteyan, xwîna xwe rijandin. Ji ber ku beşeke mezin a wan şervanên me ew kes bûn ku beriya niha zilma DAÎŞ'ê dîtibûn."

REWŞA KU JI BER BAHOZA JI TOZÊ RÛ DA

Ebdulah anî ziman, di şerê sê rojên dawî de herî kêm 80 çete hatin kuştin, gelek wesayitên zirxî yên çeteyan û wesayitên bombebarkirî hatin rûxandin. Ebdulah bi dewamî got, "Bahoza ji tozê bandoreke neyînî li pêngavê kir, lê belê pêngav dewam dike. Ev êrîş ji ber bahoza ji tozê tên kirin. Şervanên me jî bi lehengiyeke mezin rabûn û êrîş têk birin. Bi rêya mayin û wesayitên bombebarkirî hewl didin pêşî li pêşveçûna me birin, lê gelê ev yek ji bo me ne tiştekî nû ye. Beriya niha jî li herêmên din ev rêbaz bi kar anîn."

'YEK JI PÊNGAVÊN HERÎ GIRAN E

Lîlwa Ebdulah ragihand, hêzên koalîsyonê jî bombeyan li çeperên çeteyan dibarînin û destnîşan kir, ev pêngav yek ji pêngavên herî giran e. Ebdulah got, "Yek ji pêngavên herî giran e. Ji ber ku ev der rawestgeha dawî ya çeteyan. Lê belê di nava 50 rojî de şervanên me her bi pêş ve çûn."

'EM Ê HERÊMÊ RADESTÎ ÎRADEYA SIVÎL BIKIN'

Berdevka QSD'ê Ebdulah diyar kir, piştî ku wan herêm ji çeteyan paqij kirin wê radestî îradeya sivîl bikin û got, "Çawa ku beriya niha li herêmên din, mesela li Reqa, Tebqa û Minbicê rêveberî ava bûn, wê ev der jî bi heman rengî be. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne hêzeke welê ye ku ji bo rêvebirina herêmekê hatiye avakirin."