Temellî: Rakirina tecrîdê erk û berpirsyariya me ye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî  Temellî li Cizîrê di civîna gel de axivî û got, "Ev civak li aştiyê digere. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Werin em bi hev re tecrîdê rakin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî tevî heyetek ji rêveber û parlamenteran hat serdana navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Temellî tevlî civîneke gel bû ku li avahiya HDP'ê ya navçeyê pêk hat.

Temellî di destpêka axaftina xwe de Asya Yuksel û Mehmet Tûnç bi bîr anî û got, "Em ê ti carî ji vê rêyê venegerin. Ev rê rêya aştî, demokrasî û azadiyê ye."

Temellî işaret bi dorpêçiya li ser Cizîrê kir û got, wêneyê sala 95'an ê Komara Tirkiyeyê, rewşa heyî ya Cizîrê ye. Temellî anî ziman ku li dijî vê rejîma otorîter, wê ji bo afirandina komara demokratîk bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.

'NAXWAZIN LI SÛRIYEYÊ ÇARESERÎ PÊK WERE'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî ragihand, serketina wan wê ne tenê li vê xakê, her wiha wê aştiyê bîne ji hemû gelên Rojhilata Navîn re û wiha bi mijarê daket:

"Zîhniyeta ku li dijî me ye, zilmê li Rojhilata Navîn jî dike. Şerê Sûriyeyê encama vê ye. Me got, çareseriya li Sûriyeyê bi îradeya gelên Sûriyeyê dibe. Dema ku me got, 'Efrîn a Efrîniyan e' hinek rabûn em sûcdar kirin. bila niha biçin li Efrînê binerin. Li wir talan heye, êşkence heye, jin tên firotin. Kî vê dikin, çeteyên OSO vê dikin. Bi piştgiriya ji bo OSO re Efrîn xistin vî halî ku Efrîn herêma herî aram û aştiyane ya Sûriyeyê bû. Niha qala Îdlibê dikin. Rewşa komên çekdar ne diyar e, ne diyar e ku wê dest ji çekan berdin an na. Van koman ewqasî sûc kirin, mirov ji cih û warê wan kirin. Ne diyar e bê li van were pirsîn an na. Ya ku tê kirin bazarî ye. Desthilatdariya li hemberî me Sûriye kiriye dojeh. Niha radibin li Stenbolê civîna bilind a çar alî dikin. Berê civîna bilind a sê alî kiribûn. Me got, 'çareserî ji wir dernakeve, ya ji wir derkeve kaos e'. Ji xwe welê bû. Niha Îran ji dora maseyê rabûye, Fransa û Elmanya rûniştine. Bi nedîtîhatina gelên Sûriyeyê re çareserî peyda nabe. Ya ku hûn ê bibînin neçareserî ye. Lê belê ev desthilatdarî xwe ji neçareseriyê xwedî dike. Lewma derdê xwe li Sûriyeyê ne çareserî ye. Dixwaze rewşa neçareserî demeke dirêj bidome."

'ÇARESERÎ BI GELÊN SÛRIYEYÊ DIBE, RÊYEKE DIN NÎNE'

Temellî bal kişand ser gefên Erdogan ên li rojhilatê Firatê dixwe û got, "Hewl didin rojhilatê Firatê jî bixin nava xeleka ji êgir. Halbûkî li wir aştî heye. Gelên Sûriyeyê li rojhilatê Firatê di nava aştiyê de dijîn. Ji bo pêşî li çareseriya li Sûriyeyê bigire, timî rojhilatê Firatê weke hedef nîşan dide. Çareseriya li Sûriyeyê bi gelên Sûriyeyê dibe. Rêyeke din nîne."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Di dewama axaftina xwe de Temellî girtina hevserokên berê yên HDP'ê, parlamenter, hevşaredar û rêveberên partiya wan bi bîr xist û got, "Hemû niha dîl girtî ne. Ne ku ji ber sûcdar in hatine girtin. Ji ber ku di nava têkoşîna demokrasiyê de cih digirin hatine girtin. Ev hevalên me wê bi têkoşîna me di demeke nêz de azad bibin."

Temellî anî ziman ku ew qala nêrînekê dikin û got, "Em behsa îradeya jiyana bi hev re dikin. Yên ku vê îradeyê ji nedîtî ve tên, ew kes in ku xwe ji şer xwedî dikin.Yên ku pêvajoya çareseriyê xitimandin, ew kes in ku planên têkbirinê amade kirin. Ji ber vê yekê li vî welatî li Îmraliyê tecrîd heye. Lewma Birêz Ocalan hatiye tecrîdkirin. Madem em ji bo demokrasiyê têdikoşin, wê çaxê rakirin tecrîdê erk û berpirsyariya me ye. Ev tecrîd ne tenê tecrîda mutleq a li Îmraliyê ye. Dewamkirina tecrîdê tê wateya zilma li welatê me. Ev civak li vî welatî li aştiyê digere. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Werin em bi hev re tecrîdê rakin. Ev welat li demokrasiyê digere. Ji bo afirandina siyaseta demokratîk hevalên me Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û hemû hevalên me berdin."

BANGA LI GELÊN TIRKIYEYÊ

Temellî bang li gelên Tirkiyeyê kir ku vê zîhniyeta qeyûmî ji holê rakin û got, "31'ê Adarê wê bibe destpêka têkçûna vê desthilatdariyê. Lewma em ê komara demokratîk ku hesreta vî welatî ye bi cih bînin. Em li her derê tevî gelê xwe tevdigerin. Em ê li her cihî bi gelê xwe re têkoşînê geş bikin. Em ê li nava taxan, li gundan bigerin. Xwedî kîjan nêrînê dibe bila bibe, dema em li hev bicivin, em ê xurt bin. Em ê rêya aştî û azadiyê vekin. Em ê bi hev re tecrîd û şîdetê biqedînin."