Li Çînê qezaya kanê: Herî kêm 19 kes mirin

Li Çînê di kana komirê de qezayek çêbû û herî kêm 19 kes mirin. Di vê madenê de di 22’ê Çileyê de jî 22 karker asê mabûn.

Ajansa Nûçeyan a Çînê ya Nû ragihand ku di kana komirê de rêyên tunelê bi tehtan hatiye girtin. Ev karesat di 20’ê Cotmehê de li kana Yûnchengê ya li bajarê Shandongê pêk hat.

Komên rizgarkirinê heta niha cenazeyê 6 karkeran derxistine. Du karker hê jî winda ne. Hejmara kesên ku mirine bû 10. Piştî karesatê tenê kesek hate rizgarkirin.

Li Çînê ligel ku kanên derzagonî tên girtin jî qezayên kanê zêde pêk tên.

Di Kanûna 2016’an de li du kanên li herêma Mogolistanê û ya li bajarê Heîlongjangê teqîn pêk hatibû û herî kêm 59 kes miribûn.

Di heman salê de li kana li Chongqîngê jî teqînek pêk hatibû û 33 karker miribûn.

Li gorî daneyên hikumetê li Çînê di sala 2017’an de di kanên komirê de herî kêm 375 kes mirine. Li gorî sala borî ev rêje 28,7 ji sedî kêm bûye.