Xwekuj bi wesayitê ve girê dan û bi ser çeperên QSD'ê ve şandin

Çeteyên DAÎŞ'ê ku ji ber operasyonên QSD'ê li Dêra Zorê asê mane, bi wesayitên bombebarkirî êrîşên xwekujî dibin ser şervanên QSD'ê. Eşkere bû ku ji bo çeteyên xwekuji ji êrîşa bombeyî venegerin bi wesayitên bombebarkirî ve tên girêdan.

Hecîn û gundên li derdora wê, li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê herêma dawî ye ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe lê girtine. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ev 50 roj in operasyonê li vê herêmê dikin.

Navê "Pêngava qedandina terorê" li vê operasyonê hatiye kirin û dema ku operasyon temam bibe wê êdî çeteyên DAÎŞ'ê li rojhilatê Firatê nemîne.

Ji 10'ê Îlonê û vir ve gelek gundên herêma Dêra Zorê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatine rizgarkirin. Çeteyên DAÎŞ'ê van her du hefteyên dawî ji rabûna tozê sûdê werdigirin û li eniyên Hecîn û Baxozê gelek caran êrîş kirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê bi taybetî bi wesayitên bombebakirî êrîşê dikin. Piraniya van êrîşan ji aliyê şervanan ve hatin şikandin. Yek ji deverên ku êrîş lê giran e, stasyona trênê ya li eniya Hecînê ye. Şervanên QSD'ê li vê derê wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan rûxandin. Balkêş bû ku çeteyê xwekuj ê li hundirê wesayitê, bi wesayitê ve hatibû girêdan.

Di wêneyan de ku şervanan kişandine tê dîtin, milê çeteyê ku wesayit diajot bi wesayitê ve hatiye girêdan. Tê gotin, DAÎŞ ji bo nehêle ku kesên weke bombeyê zindî bi kar tînin bireve ev yek kiriye.

Beriya niha li ser êrîşkarên xwekuj ên DAÎŞ'ê, du sîstemên teqandina bombeyan hatibûn dîtin. Li gorî vê yekê eger kesê êrîş bike bombeyan neteqîne wê ji dûr ve bombe bê teqandin.

Ji şervanên QSD'ê Şervan Azad yên li eniya Hecînê li ser şerê giran ê sê rojên dawî ji ajansa me re axivî û got, çeteyan ji çar aliyan ve êrîş kirin, lê belê gelek kuştî dan û neçar man vekişin.

Azad diyar kir, wesaiyeteke bombebarkirî ya çeteyan û wesayiteke leşkerî hatine rûxandin, bi dehan çete hatine kuştin û herêm di kontrola wan de ye.