YPG: Li Efrînê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

YPG'ê diyar kir, 27'ê Cotmehê li navçeya Raco ya Efrînê li dijî baregeheke leşkerên Tirk çalakiyek hatiye kirin û di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku çalakiyên hêzên wan ên Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li dijî çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Efrînê dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyê, 27'ê Cotmehê li navçeya Raco ya Efrînê, yekîneyeke YPG'ê li dijî bargeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xist. 

Bi çalakiyê re şer derket û di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.