Gerîla li Çelê lê da: 3 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir, li Çelê di çalakiya gerîla de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîla Kûrtay Nûsaybîn ê li Xakurkê ji ber bomberdûmana balafirên şer şehîd bû, hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI ÇELÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Hêzên me roja 28'ê Cotmehê saet 16:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çepereke dijmin bi temamî hate rûxandin û 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

Roja 28'ê Cotmehê saet 07:10'an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora rûbarê Xakurkê yê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ LI XAKURKÊ ŞEHÎD BÛ

Balafirên şer heman rojê saet navbera 17:00-18:00 bombe li Geliyê Hesena yê herêma Avaşînê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê hevalê me Kûrtay Nûsaybîn şehîd bû.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav. Kûrtay Nûsaybîn
Nav paşnav: Abdûrrazzak Eren
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Atiye-Rustem
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Cotmehe a2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

KÛRTAY NÛSAYBÎN

Hevrêyê me Kûrtay ku sala 2015'an tevlî nava refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bû, li her devera lê wezîfe kir, bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar û pak, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Şert û merc çi dibin bila bibin, her tim hewl da di felsefeya Rêbertî û gerîlatiyê de xwe bi pêş ve bixe, ji bo vê armanca xwe jî timî perwerde esas girt. Herî dawî li herêma Avaşînê dema ku li dijî artêşa TC a dagirker karekî xurt ê şoreşgerî dikir, şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku hevalê me Kûrtay ji me re hişt, bi ser bixînin."