Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Tevî êrîşên giran ên dewleta Tirk, Komîteya Navendî ya PKK'ê di hefteya destpêkê ya meha Cotmehê de civîna xwe ya asayî li dar xist. Komîteya Navendî hemû pirsgirêk nirxand û li ser erk û wezîfeyên xwe yên sala 41'emîn plansaziyek amade kir.

 

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetan de 51 çete hatine kuştin.

 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li ser banga xwe ya aştiyê ku roja Sêşemê kir got, "Ev yek ne banga ji bo tifaqê ye." Temellî diyar kir ku cihê hevdîtinên ji bo aştiyê lê were kirin Îmraliye û ew jî amade ne destekê bidin van hewldanan.

 

Koordînasyona PAJK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî ku 25'ê Cotmeha 1992'an teslîmî xiyanetê nebû û tevlî karwanê nemiran bû. PAJK'ê artêşbûna jinê jî pîroz kir ku salek piştî şehadeta Bêrîtan hate ragihandin

 

Li buroya serokê berê yê DYE’yê Barack Obama, mala namzetê serokiyê Hîllary Clînton û ofîsa CNN’ê ya li New Yorkê jî tê de alarma pakêta gumanbar hate da