PKK'ê erk û wezîfeyên xwe yên sala nû diyar kir

Tevî êrîşên giran ên dewleta Tirk, Komîteya Navendî ya PKK'ê di hefteya destpêkê ya meha Cotmehê de civîna xwe ya asayî li dar xist. Komîteya Navendî hemû pirsgirêk nirxand û li ser erk û wezîfeyên xwe yên sala 41. plansaziyek amade kir.

Komîteya Navendî ya PKK'ê civîna xwe ya salane ya asayî, destpêka meha Cotmehê pêk anî. Di civînê de pirsgirêkên heyî hatin nirxandin, erk û wezîfe hatin destnîşankirin û plansaziya sala 41'ê ya PKK'ê hate amadekirin.

Piştî civîna Komîteya Navendî ya PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û ev agahî hatin dayin:

"Civîna Komîteya Navendî ya asayî ya salane ya partiya me destpêka meha Cotmehê bi serketî hatiye lidarxistin. Di civîna me de berxwedana qehremaniyê ya sala 40'emîn a partiya me ku bi pêşengiya Berxwedana Îmraliyê tê kirin, di şexsê şehîda me ya mezin Delal Amed de hemû şehîdên me yên qehreman hatine silavkirin. Di civîna me de hemû kêşe û peywirên di rojeva têkoşîna me ya azadiyê de hatine nirxandin û peywirên sala 41'emîn a PKK'ê hatine diyarkirin. Ligel ku êrîşên faşîst û qirker ên dijmin didomîn jî, li ser bingeha biryar û encamên civîna me ya Komîteya Navendî, tevgera me û gelê me xwe ji têkoşîna sala 41'emîn amade kiriye û teqez ew ê bi ser bikevin.

Civîna me ya Komîteya Navendî têkoşîna qehremanî ya di sala çilemîn a PKK'ê de li ser bingeha xeta partiyê ji hemû aliyan ve nirxandiye. Hemû aliyên pêvajoya nû ya Serfiraziya Reqayê ya Hêzên Sûriyeyê nirxandiye. Di civînê de dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser Efrînê û êrîşên wê yên li dijî Lêlkan, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Bakurê Kurdistanê, encamên berxwedana li dijî van êrîşan hatine nirxandin û girîngiya wê ya ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn jî hatiye diyarkirin. Di civînê de bal hatiye kişandin ser vî tiştî ku vê berxwedana dîrokî ya partiya me û gelê me wê ji bo jiyana azad heta dawiyê were israrkirin û teqez serketin ew ê ya hêzên me be.

WÊ DERFETÊN MEZIN WERIN PÊŞKÊŞKIRIN

Di civîna me de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn diqewime û têkoşîna li Kurdistanê hatiye nirxandin û bal hatiye kişandin ser vî tiştî ku êdî pergal û saziyên Şerê Cîhanê yê Duyemîn têk çûne. Di civîna me de hatiye bibîrxistin, ev hêzên ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rê ve dibin nikarin pergaleke wisa ava bikin ku şer bi dawî bibe û pergaleke nû ava bikin, pêre jî ew ê şer kûrtir bibe û ev ew ê ji bo gelê Kurd û gelên herêmê derfet û delîveyên mezin pêşkêş bike.

JI BO HILWEŞANDINA FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê

Di civîna me de tespît hatine kirin ku berxwedana PKK'ê ya çil salan li Herêma Ereban û di asta global de jî di siyaset û feraseta hêzên ku gelê Kurd û mafên wan ên demokratîk înkar dikin jî guhertinek pêk aniye, lê dewleta Tirk û dewleta Îranê hê jî siyaseta xwe ya înkarkirinê didomînin. Di civîna me ya Komîteya Navendî de hatiye diyarkirin ku li hemberî Îranê divê bi hevseng û baldarî were tevgerîn û li hemberî faşîzma dewleta Tirk jî divê şerê gel ê şoreşgerî were xurtkirin û faşîzma AKP û MHP'ê were hilweşandin.

KAMPANYA JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ

Komîteya me ya navendî êşkenceya li ser Rêber Apo nirxandiye û diyar kiriye ku ji bo bidawîkirina êşkence û tecrîda li Îmraliyê, têkoşîna ji bo afirandina şertên azad ên ji bo Rêber Apo li her qada têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê bike navend û biryar daye ku li ser armanca'‘Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike' kampanyayekê bimeşîne. 

Li ser vî esasî kadroyên partiya me di serî de, bang li hemû hêzên gerîla, rêxistinên me yên ciwan û jinan, hêzên siyasetê yên demokratîk dike ku bila xwedî li kampanyayê derkevin û li ser esasê çalakiyên dewlemend têxin meriyetê.

LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYEYÊ

Civîna Komîteya me ya navendî li ser van armancan bang li hemû gelên me û hêzên şoreşger û demokratîk yên li Bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê dike ku berxwedana hevpar a li dijî faşîzmê li hemû eniyan xurt bike û vê pêvajoyê bike berxwedana li dijî faşîzmê û faşîzma AKP û MHP'ê hilweşîne.

GELÊN BAKURÊ SÛRIYEYÊ

Bang li gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên wê yên azadiyê dike, bi serfirazkirina Berxwedana Serdemê dagirkeriya faşîst a AKP-MHP'ê bişkînin û Efrînê azad bikin. Li ser bingeha rasteqiniya şerê gel bi avakirina pergala xwe ya demokratîk li dijî her cure êrîşan ji bo berevaniya li Şoreşa Azadiyê hazir bin û li ser vê bingehê bi rengê çalak tevlî kampanyaya navborî bibin.

GEL Û HÊZÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê û hêzên wê yên azadiyê dike ku nokeriya hevkar zêdetir teşîr bikin û li dijî dagirkeriya faşîst a TC'ê bi geşkirina berxwedana azadiyê zêdetir berevaniyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi rengekî çalak tevlî kampanyaya navborî bibin.

GELÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî dike ku rêxistiniya xwe bikin, faşîzmê têk bibin û ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bigihije şertên jiyan û xebata azad destekê bidin kampanyayê.

GELÊ LI DERVEYÎ WELAT

Bang li gelê me yê Ewropayê û li derveyî welêt dike ku xwedî li têkoşîna şikandina faşîzmê û jiyan û xebata azad a  Rêber Abdullah Ocalan derkevin û bi çalakiyên rengîn têbikoşin.

PÊŞENGÎ WÊ WERE XURTKIRIN

Civîna me ya Komîteya Navendî ku bi rexne û rexnedayinê nêzî têkoşîna Partîbûn, gerîlabûn û neteweya demokratîk bû, li ser wê rawestiya ku  pêşengiya îdeolojîk û rêxistinî ya partiyî zêdetir were geşkirin û li ser  rawestiyaye ku li ser vê bingehê çareserî ji hemû arîşeyan re were dîtin, salvegera 40'î ya partiya me ji bo vê weke destpêkirinekê hatiye dîtin. Li ser vê bingehê Partiya me, bang li hemû milîtanên partiyê û gelê me yê welatparêz dike ku  Salvegera 40'î ya PKK'ê bi çalakiyên dewlemend bi coş pîroz bikin, tevahiya meha Mijdarê ji bo rastiya Rêbertî û şehîdan rastir û ji kûr ve were fêhmkirin, bername û civîn werin kirin, li ser biryara civînê bêhtir rêxistinî û bi îdîaya tevlî sala Têkoşînê ya 41'ê bibin.

'HÎN AMADE Û BI BIRYAR E'

Li ser bingehê biryar û encamên civîna Komîteya Navendî Tevgera me û gelê me bi rengekî hazirtir û bi îdîa dikeve sala Berxwedan û Serfiraziyê ya sala 41'an. Îsal ji her demê zêdetir wê şerekî dijwar were kirin û serketineke mezin bi dest ve were anîn. Sala 41'ê ya PKK'ê wê bibe sala ku pergala êşkenceyê ya Îmraliyê hatî şikandin û azadî hatî pêk anîn. Li ser vê bingehê  di salvgera 26'an de, şehîda me ya mezin Hevrê Bêrîtan û di şexsê wê de hemû şehîdên me yên leheng em bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em bang li hemû hevrê, gelê xwe yê welatparêz û dostê xwe dikin ku faşîzmê bişkînin, têkoşîna ji bo jiyana azad û xebata azad a Rêber Apo bi rengekî bêhtir rêxistinbûyî û xurtir bi rê ve bibin!"