QSD: Di 24 saetên dawî de 51 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetan de 51 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de bi kêmanî 51 çete hatine kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

ENIYA BAXOZ

Serê sibê li herêmê tevgerekî çeteyan çêbû.  Şervanên me ew kirin hedef û li 6 cihan şerên dijwar derketin. Terorîstan çekên sivik û giran bi kar anî. Çeteyan hewl da bi wesayîtê birevin lê şervanên me ew kirin hedef û di encamê de çeteyên nava wesayîtê de kuştin. Her wiha çeteyekî  ku çeka BKC rakiribû, hate kuştin. Di heman demê de, şervanên me kombûneke terorîstan bi hawanan kirin hedef û hate teqezkirin ku sê terorîst hatin kuştin.

Her wiha topavêjin Kooalîsyona Navneteweyî gelek baregehên terorîstan kirin hedef, lê encamên wê nehatin diyarkirin. Balafirên Kooalîsyonê baregeh û navendên terorîstan bombebaran kir.

Êvarê jî çeteyan hewldan ji du aliyan ve êrîşî nuqteyên şervanên me yên li navenda bajarokê El-Sûsê bikin û di encamê de şerekî dijwar qewimî. Endamên rêxistina terorê hewl dan xetên parastinê yên hêzên me bişkînin. Lê şervanên me bersiv dan û di encamê de hejmareke mezin ji terorîstan hatin kuştin û yên mayî jî reviyan.

Her wiha rêxistina terorê careke din hewl da xwe komî ser hev bike û êrîşeke din li dijî nuqteyên şervanên me pêk bîne. Lê şervanên me bersiv dan û bi terorîstên êrîşkar re ketin nava şerekî dijwar. Di heman demê de, Balafirên Kooalîsyona Navdewlet jî baregeh û navendên terorîstan bombebaran kir. Di encamê de ev êrîş jî têk çû û hejmareke mezin ji endamên terorîst hatin kuştin û cenazeyên 10`an ji wan jî kete destê şervanên me.

Careke din terorîstan bi rêya wesayîtên bombebarkirî û panzêrên leşkerî derbasî nava hêzên me bûn. Lê şervanên me wesayîtek ya wan teqandin û yên din jî ji qada şer reviyan. Her wiha şervanên me du terorîst ku rextên bombebarkirî li wan bû beriya ku bighêjin nuqteyên şervanên me, ew kirin hedef. Şervanên me çek û rextên bombebarkirî yên wan desteser kirin.

ENIYA HECÎN

Li vê eniyê car caran şer heye. Her wiha topbarana bi hawanan jî car caran çêdibe. Rêxistina terorê hewl dide êrîşî nuqteyên şervanên me bike, lê hemû hewldanên wan têk çûn, ji ber ku şervanên me hişyar in û hemû tevgerên terorîstan dişopînin.

BÎLANÇO

-51 terorîst hatin kuştin, cenazeyê 10`an ji wan ketin destê şervanên me.

-Erebeyeke bombebarkirî û erebeyeke leşkerî hatin teqandin.

-Yek çekeke BKC, du rextên bombebarkirî û hin çekên klaşnîkov ji aliyê şervanên me ve hatin desteserkirin.

-Balafirên Kooalîsyonê 18 caran êrîş pêk anîn.

-7 mûşek ji cûreya “Hymers” ber bi baregehên terorîstan re hatin avêtin.”