Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..
Komîteya Rêveber a PKK’ê, di daxuyaniya têkildarî 9’ê Cotmehê ya salvegera 20’an a komployê de, nirxandinên girîng kir. PKK’ê peyama: “Dawiya faşîzma AKP-MHP’ê nêz bûye, wê di xwîna rijandî de bifetisin.”da
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyanî da, ên ku di berxwedana ''Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin' de şehîd bûn, bi bîr anî û got, ''Komploger wê têk biçin û Kurdistan azad bibe''.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstefa Karasû, di gotara xwe ya ji bo Yenî Ozgur Polîtîkayê de, 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.
PAJK’ê ji bo salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku gelê Kurd di têkoşîna ji bo azadiya Rêbertiyê xwe de gavek paşde neavêtiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîlayan a 7’ê Cotmehê de leşkerek Tirk hatiye kuştin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimînin, ragihand ku tîmeke taybet a ji 12 kesî pêk tên, li girtîgehan bi erka lêgerîna tazî, lêdan û êşkenceyê hatine peywirdarkirin. Girtiyan ji bo ewlekariya rûhî bang kirin.
QSD’ê ragihandi ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê qonaxa “Qedandina Terorê” de 24 saetên dawî 23 çete hatine kuştin.
Hêzên Erka Xwepastinê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de cih digirin, 16 çeteyên DAÎŞ’ê saxgirtin û dest danîn ser rêjeyek zêde ya çek û cebilxaneyan.
Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esad li ser peymana avakirina herêma tampon a li Idlibê got, 'ne domdar e' û ew ê li herêma navborî kontrolê bi dest bixin.
Li Endonezyayê 28'ê Îlonê erdhej û tsûnamî pêk hatibû. Piştî wê di bin xirbeyan de nêzî 2 hezar term hatin dîtin. Hê bi hezar kes winda ne.
Li Bexdayê teqîn pêk hatin. Di teqînan de 4 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.