Esad: Peymana Idlibê ne domdar e

Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esad li ser peymana avakirina herêma tampon a li Idlibê got, 'ne domdar e' û ew ê li herêma navborî kontrolê bi dest bixin.

Li gorî ajansa dewletê Sanayê di axaftina komîteya navendî ya partiya Beas de Esad got, ''peyman tevdîreke demdemî ye' û rejîm wiha puanê xwe zêde kiriye.

Esad got, ''Ev bajar û herêmên dî ku hê jî di dest terorîstan de ne, wê li dewleta Sûriyê vegerin''. Tê gotin Esad bi gotina 'terorîst' amaje bi avaniyê çete El Nusra û DAÎŞ'ê kiriye ku Rojavayî ji wan re 'muxalîf' dibêjin, bi rengê 'cîhadîst' wan disenifînin.

Têkilî krîza Idlibê di navbeyna Rûsya û Tirkiyê de 17'ê Îlonê lihevkirinek çêbûbû ku li gorî vî bi berfirehiya 15-20 kîlometreyî herêmeke tampon a ji leşkeran xalî were avakirin. Ev herêm wê di navbeyna qadên bi kontrola rejîmê û komên çete were avakirin.

Hate gotin ku çeteyên bi desteka Enqerê çekên giran ên dest wan de ji herêmê vedikişînin û li gor peymanê ev divê heta 15'ê Cotmehê bi dawî bibe. Çi jêdereke serbixwe ku çavdêriyê li vekişandina çekan dike tine. Heyet Tahrîr El Şam ku ji hêla El Nusra ve hatibû avakirin û piraniya herêmê bi kontrola wan e, hê bi zelalî helwesta xwe diyar nekiriye. Lê tê zanîn ku bi hevkarê xwe Enqerê re dide û distîne. Li herêma ku jê re tampon tê gotin 70 ji 100'î bi kontrala El Nusra ye. Li gorî peymanê divê ev avaniya çete ji herêmê derkeve.

Idlib ji çar qadan yek jê bû ku beriya bi salekê bi rengê deverên bê şer hatibû ragihandin. Di vê demê de sê herêmên dî ketin jêr kontrola rejîmê. Tenê Idlib ma. Rejîma Sûriyê gotibû peymana Idlibê jî bi çarçoweya herêmên bê şer a beriya niha hatiye kirin û dibêje kontrola Idlibê jî wê bikeve dest rejîmê.