Pêngava Bagera Cizîrê: 23 çete hatine kuştin

QSD’ê ragihandi ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê qonaxa “Qedandina Terorê” de 24 saetên dawî 23 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya  qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ aşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Baxoz: Di encama şerê di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de, şervanên me 500 mitre pêşde çûn. Hejmarek ji terorîstan hatin kuştin. Şervanên me 6 nuqte ava kirin û miqdarek çek û cebilxane desteser kirin.

Di saetên şevê de, şervanên me êrîş birin ser bargehên çeteyan kirin. Di encam de hejmarek çeteyan hatin kuştin, miqarek çek û cebilxane kete destê şervanan. Her wiha hejmareke mayînên ku ji aliyê çeteyanve hatibûn bicihkirin, hatin bêbandorkirin.

Balafirên Koalîsyona Navnetewî gelek bargehên çeteyan kirin hedef.

Li wê eniyê car caran şer derdikeve û topbaran tê kirin.

2- Hecînê: Li wê derê di navbera şervanên me û çeteyan de şer derket. Şer çend saetan dewam kir. Terorîstan di wî şerî de hemû cûreyên çekên giran bikar anîn. Lê di encama wê de tu zerar di aliyê şervanên me de çênebûn û hejmara kuştiyên çeteyan û rêjeya zerarê nehat diyarkirin.

Li wê derê dem dem di navbera şervanên me û çeteyan de şer û topbaran çêdibe.

3-Bîlançoya şer:

-23 çete hatin kuştin.

-Balafirên Koalîsyona Navnetewî 5 caran bargehên terorîstan kir hedef.

-Du bargehên çeteyan hatin rûxandin.

-Şervanan çekek M16, 6 heşwatê çeka S.P.G9, 10 pakêtên guleyên doçka (23), du pakêtên çeka doçka (12,5), miqdarek ji guleyan û 11 guleyên RPG."