Karasû: Tirkiye mîna sala 1998’an li ber hilweşînê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstefa Karasû, di gotara xwe ya ji bo Yenî Ozgur Polîtîkayê de, 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo dikeve sala xwe ya 21’an. Di dîroka cîhanê de cara yekeme ku Rêberê gelekî evqas sal di zindanekî yek kesî de tê ragirtin. Ev esaret rastiya Kurdan a li Rojhilata Navîn radixe ber çavan e.Dide nîşandan bê ka polîtîkayeke çawa li ser Kurdan tê kirin. Dijminahiya li Kurdan di çi astê de ye dide nîşandan. Heta ku ev komplo bi zanabûn neyê famkirin, ne bûyerên ku 20 sal in li Îmralî û Kurdistanê tê famkirin û ne jî têgeha rastiya Kurd û ne jî jiyana azad û demokratîk a galê Kurd pêk tê. Bi zanabûn famkirina vê komployê û berxwedana ku 20 sal in li dijî vê komployê tê kirin, wê jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd pêk bîne.

Pêkanîna komployeke bi vî rengî ya li ser Rêberê Gelê Kurd û şopandina polîtîkayên qirker ên li ser Kurdan bi karekterê erdnîgariya Rojhilata Navîn û şêwegirtina netewbûna Tirkan e. Heta ku ev yek neyê famkirin, ne mimkûne ku komplo û ne jî pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd tê famkirin.

Di sîstema nû ya DYA dixwest li Rojhilata Navîn pêk bîne de, dixwest Tirkiye ya ku xwedî artêşa 2’emîn a NATO’yê ye bi kar bîne. Ji bo vê divê Tirkiye di wê rewşê de be ku bikare rol bilîze. Lê têkoşîna PKK’ê wisa kiribû ku Tirkiye nikare bi vê rolê rabe. Li aliyê din dewleta Tirk çiqas alîkarî ji deve girtiba jî, li hemberî PKK’ê encam nedigirt, her roja diçe ber bi têkçûnê ve diçû. Tirkiye di warê aborî, siyasî, civakî û çandî li ber hilweşînê bû. Êdî hêz û taqeta wê ya bi PKK’ê re şer bike nemabû. Tirkiye ya di vê rewşê de xwe avête bextê NATO û DYA’yê diyar kir ku eger ku hûn dixwazin ez rola xwe ya li Rojhilata Navîn bilîzim, ji bo tesfiyekirina PKK’ê hûn tam destekê bidin min. Daxwaza bêbandorkirina Abdullah Ocalan kir. Digotin Eger Apo bê bêbandorkirin, PKK wê tesfiye bibe. Dema ku polîtîka û daxwazên cihê yên DYA û Tirkiye li hev hatin komploya navneteweyî kete dewreyê.

Eger ku di vê komployê de DYA, NATO û Îsraîl nebûye, Rêber Apo dîl nedihate girtin û li Îmraliyê nedihate ragirtin. Ne hêz û ne jî vîneke wiha ya Tirkiyeyê hebû. Nexasim Bulent Ecevîd gotibû; “Em nizanin bê ka çima DYA’yê Apo radestî me kiriye’. Rêber Apo hê di serî de anî bû ziman ku ev komplo komployeke navneteweyî ye û sîstema Îmraliyê jî ji aliyê van hêzna ve hatiye pêkanîn, dîsa rola gardiyaniyê ya Tirkiyeyê îfade kiribû. Rêber Apo bi raman û pratîka xwe hevkariya hêzên navneteweyî ya li Rojhilata Navîn lewaz kir, sîstemeke ku hevkariyê ji holê radike û biratiya gelan a li Rojhilata Navîn dikir hedef. Di vê mijarê de xebatên baş pêş xist. Yek ji gavên girîng ê vê têkiliyên gelên Kurd û Ereb e. Têkiliyên ber bi çav ên Kurdan ên bi gelê Îranê re avakiribû. Her çendî kêm jî be têkiliyên di navbera hêzên Kurd û Tirk de pêk anî bû. Tam ev jî alternatîfa sîstema kapitalîst emperyalîst a li Rojhilata Navîn ji nû ve dihate pêşxistin bû. PKK di vê mijarê de bibû hêza polîtîk a îdeolojî ya çêkerî. Di pêkanîna vê de rolê diyarker ê Rêber Apo hebû. Hêzên navneteweyî ji bo vê Rêber Apo kirin hedef. Ji bo vê li hember Rêber Apo komplo kirin. Serî li her rêbaza şopandinê dan, cihek nehiştin ku Rêber Apo lê bimîne bi wî rengî dîl girtin û xistin sîstema girtîgeha Îmraliyê.

Di serî de li dijî vê komployê gelê me, dostên me, tevgera me ya azadiyê û têkoşîna mezin a Rêber Apo pêş ket. Rêber Apo bi sekna xwe, raman û helwesta xwe pêşengtî ji vê re kir. Rastiya kadro ya milîtan û gel a Rêber Apo avakirî, xwedî li Rêber Apo derket. Ji roja 9’ê Cotmehê ya ku Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derketî heta 15’ê Sibatê roja esaretê gelê tim li ser lingan bûn. Di serî de li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û hemû deverên cîhanê li ser lingan bûn. Li zindanan Halît Oral ê bi kampanyaya berxwedanê ya ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’ re li dora Rêber Apo xelekek ji agir, bendên ji bedenên mirovan hatin çêkirin. Bi dehan mirovên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Piştî 15’ê Sibatê û şûnde jî xwedî li Rêbertiyê hate derketin.

Armanca herî mezin a komployê ev e ku Rêber Apo dîl bigirin û Tevgerê bêpêşeng bihêlin. Li ser vî esasî hewl dan ku têkiliyên di navbera Tevger û Rêber Apo, yên di navbera Tevger û gel û têkiliyên di navbera gel û Rêber Apo qels bikin û Tevgera Azadiyê  bêbandor bikin an jî têxin bin kontrola xwe. Ev jî diyar dike ku hêzên navneteweyî bi çavê rêberên siyasî yên din li Rêber Apo, li PKK û li gel nihêrîne. Ji ber wê jî ji wan we ye ku dema Rêber Apo dîl bigirin ew ê bigihêjin armanca xwe. Dema ku Rêber Apo hate dîlgirtin ketiye nav hewldanên pûçkirina komployê û PKK û gel li ser vî esasî amade kiriye. Bi komployê re Tevgera Azadiyê ji rêveberiyê heta fermandar, ji kadroyan heta şervanan biryara şerekî fedaî daye. Artêşeke fedaî hatiye avakirin van fedaiyan berê xwe dane cihên ku ew ê karibin çalakiyan li dar bixin. Rêber Apo armancên komployê pûç kiriye û piştre têkbirina komployê ji xwe re kiriye hedef.

Yek ji armanca komployê jî ev bû ku şerê li Tirkiyeyê têxe rewşa bêkontrol û Tirkiyeyê teslîm bigirin. Li ser vî esasî Rêber Apo bi helwesta xwe ya li dadgehê û piştre jî gerîla derxistiye derveyî sînorên Tirkiyeyê. Rêber Apo bi xebatên xwe yên îdeolojîk, teorîk û polîtîk hewl daye xitimandina di van qadên Tevgera Azadiyê veke û Tevger aniye asta ku careke din têbikoşe.

Rêber Apo bi analîz û guherînan di nav PKK’ê de, tevger aniya asta ku karibe têkoşîneke bi bandor ava bike. PKK wekî tevgerên sosyalîst ên di salên 1990’î de ji hev belav nebûye û dev ji têkoşînê bernedaye. Bi vê re girêdanên di navbera Rêber Apo û PKK’ê xurttir bûye û gel û milîtan bêtir bi Rêber Apo hatine girêdan. Dema mirov wisa lê binihêre tê dîtin ku komplo bi beşeke zêde hatiye pûçkirin.

Bêguman Rêber Apo dîl e.Di bin tecrîdeke giran de û zextên psîkolojîk û fîzîkî de ye. Ev ji bo me, ji bo dostên me û ji bo hemû mirovayetiyê ne rewşeke wisa ye ku, were qebûlkirin. Ji bo ku em vê rewşê veguherînin azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Rojhilata Navîn hewldanên me didomin. Rêber Apo Îmrali kiriye cihê lêhûrbûnan û fikrên herî baş ên ji bo mirovayetiyê li vê derê ava kiriye û xizmeteke mezin li mirovayetiyê kiriye, zilm û êşa li ser xwe bi wate kiriye. Di vê çarçoveyê de rojeke bi tenê jî li Îmraliyê vala derbas nekiriye û jiyaneke watedar ava kiriye.

Îro hewl tê dayîn komplo were nûkirin. Wekî di dawiya salên 1990’î dewleta Tirk li hemberî têkoşîna me hatiye ber asta hilweşandinê. Rola ku NATO û hêzên navneteweyî dane Tirkiyeyê, Tirkiye êdî nikare wî rolî pêk bîne. Hêzên navneteweyî ji vê hêza PKK’ê tirsiyane, ya ku PKK li Rojhilata Navîn û li cîhanê bûye alternatîf. Ji ber ku hilweşandina Tirkiyeyê ya ya di warên aborî, civakî û siyasî de nayê hesabê wan, hewl didin Tirkiyeyê rizgar bikin. Elmanya li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst hewl dide Tirkiyeyê rizgar bike. DYA herî dawîn li Îdlîbê xwedî li Tirkiyeyê derket, ev jî tê wateya ku Tirkiyeyê rizgar bikin û li Sûriye û Rojhilata Navîn rol bidin Tirkiyeyê.

Helwesta li hemberî Rêber Apo, tê wateya helwesta li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê. Li hemberî vê rewşê  Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ew ê her dem xwedî li Rêber Apo derkeve. Wekî duh, em ê îro jî bersivê bidin komploya navneteweyî.