Erka Xweparstinê 16 DAÎŞ’î bi saxî girtin

Hêzên Erka Xwepastinê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de cih digirin, 16 çeteyên DAÎŞ’ê saxgirtin û dest danîn ser rêjeyek zêde ya çek û cebilxaneyan.

Hêzên Erka Xweparastinê yên tevlî Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ bibûn, piştî rizgarkirina gundekî yê 5’ê Cotmehê li gund xebatên lêgerîn û lêkolînê dabûn destpêkirin. Di encama xebatên lêgerînê de rêjeyek zêde cebilxane ketin destê Hêzên Erka Xweparastinê.

Berpirsê Çapemeniya Hêzên Erka Xweparastinê Îsam Îsa yê têkildarî mijarê daxuyaniyek da diyar kir ku hewaneke 120 mm, gelek guleyên hewan, çeka doşka, gelek gule û çeka AK 47, çekên BKC ketine destê wan.

Îsa bibîr xist ku di operasyonên hatin kirin de jî 16 DAÎŞ’î bi saxî hatine girtin.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji aliyê QSD’ê ve hatibû destpêkirin nêzî herêma Sûse û Şefê dibin.