Li Endonezyayê bîlançoya tsûnamiyê giran dibe

Li Endonezyayê 28'ê Îlonê erdhej û tsûnamî pêk hatibû. Piştî wê di bin xirbeyan de nêzî 2 hezar term hatin dîtin. Hê bi hezar kes winda ne.

Bîlançoya erdhej û tsûnamiya ku li Girava Sîlawesî pêk hatibû, her ku diçe girantir dibe. Rayedarên heremê ragihandin ku hejmara termê li bajarê Palû yê dikeve rojavayê giravê û li derdorê wê derketiye 1.948’an.

Fikara ku ev bîlanço zêdetir bibe heye.  Tê texmînkirin ku di bin van xirbeyan de hêj nêzî 5 hezar kes heye. Êdî hêviya ku kesên di bin xirbeyan de mayî zindî bên dîtin kêm bûye. Xebatên ji bo derxistina cenazeyan û hejmara wan bê zelalkirin didomin.