KCK'ê li dijî tecrîdê banga têkoşîna pirhêlî kir

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyanî da, ên ku di berxwedana ''Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin'  de şehîd bûn, bi bîr anî û got, ''Komploger wê têk biçin û Kurdistan azad bibe''.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê di sala 20'an ya Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an de ku bibû sedem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê derkeve, daxuyaniyeke nivîskî da.
KCK'ê got ew xwedî wê tecrûbe û hêzê ne ku komplogeran pûç bikin û  zêdebûna êrîşên dewleta Tirk jî bi 'qonaxa têkçûnê' ve girê da.


KCK'ê her wiha li dijî tecrîda li ser Ocalan û destekvanên vê tecrîdê jî banga 'têkoşîna pirhêlî' kir.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

''Em dikevin salvegera 21'ê ya Komploya 9'ê Cotmehê. Li dijî vê komployê em yên ku bi dirûşma ''Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin' bi berxwedaniyê şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînin. Li dijî komployê li çi devera ku lê bû, em gelê xwe yê li ku li Rêber Apo xwedî derketî û li ber xwe dayî ji ber vê helwesta wê slav dikin. Em careke dî soz  didin ku li dijî komployê em ê hêrsa xwe mezin bikin, Rêber Apo azad bikin û wiha bersivê bidin komployê.

Rêber Apo ev 20 sal in li girtîgeheke yek kesî û hucreyekê tê girtin. Tecrîdeke giran a ku li cîhanê li ser ti kesî nehatiye danîn li ser Rêber Apo hatiye danîn. Eva ji 2011'an ve nayê hiştin ku parêzerê xwe bibîne. Ji 5'ê Nîsana 2015'an ve tenê carekê hiştine ku birayê xwe bibîne. Beriya bi çendekê hate ragihandin ku ji ber hinceta cezayê disîplînê 6 mehan nikare bi kesî re hev bibîne. Bi vî rengî li xwe mikur hatine ku li Imraliyê pergala giran a zextê ava kirine. Ev pergala tecrîd û zextê ku ev 20 sal in sazkar e bi esasî pergala zext û zilmê ya li ser gelê Kurd e. Polîtîkaya qirkeriyê ya li ser gelê Kurd bi rengê zext û tecrîda giran a li ser Rêber Apo tê kirin.

BERXWEDANA 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'

Sedema ev qas zexta li ser Rêber Apo ew e ku li gel komployê jî gelê Kurd xwe ji têkoşîna azadiyê nedaye paş. Xeta îdeolojîk, siyasî ya Rêber Apo û helwesta wî, dike ku gelê Kurd têkoşîna xwe seraqet bidomîne û geş bike. Ji roja ku komplo dest pê kirî û heta niha têkoşîneke mezin li dijî komployê heye. Xwedîderketina gelê me ya li Rêbertî û kapmanyaya berxwedanê ya 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin'' hê di serî de nîşana wê bû ku komplo wê were pûçkirin. Heke komploya navdewletî negihabe ti armanca ku pêşbîniya wê dikir, ya ku ev pêkanîn ev berxwedana li dijî komployê ye. Rêber Apo jî, Tevgera Azadiyê ya me jî bi vî giyanê berxwedanê ev 20 sal in têkoşîna pûçkirina vê komployê dane, kirine ku geşedanên berevajî ya ku komployê armanc dikir, pêk werin.

GELÊN ROJHILATA NAVÎN KETIN SERDEMEKE NÛ

Îro Rêber Apo ne ji bo gelê Kurd tenê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê bûye Rêberê azadî û demokrasiyê. Li dijî pergala desthilatxwaz û dewletparêz, bi sosyalîzma ku xwe dispêrê konfederalîzma demokratîk, li dijî pergala dewletxwazî û desthilatxwazî û nûnerê wê yê dawî kapîtalîzmê, serdema têkoşînê ya nû ji bo gelan daye destpêkirin. Bi xeta neteweya demokratîk ya ji bo gelên Rojhilata Navîn ku bi milliyetgiriyê û mezhebgiriyê hatibûn pêçan, rêya jiyana azad û demokratîk nîşan daye. Bi hişmendiya neteweya demokratîk gelên Rojhilata Navîn gava xwe avêtine nav serdemeke nû.

Tevgera Azadiya Kurd jî, li ser xeta Rêber Apo ji bo hemû gelan bûye hêviya jiyana azad û demokratîk.  Tevgera Azadiyê ya me, ya ku bi xeta Rêber Apo û bi pêşengiya PKK'ê dimeşe, ketiye serdemeke wiha ku wê rê li ber geşedanên mezin veke. Hêzên paşverû yên Rojhilata Navîn her çendî di şexsê faşîzma AKP-MHP'ê de li dijî hêzên azadî û demokrasiyê êrîşê bînin jî, ev êrîş ji hêla  vîna azadî û demokrasiyê ya gelan ve wê were şikandin û li Rojhilata Navîn deriyê demokratîkbûnê û jiyana azad wê vebe.

JI BER KU KETINE QONAXA TÊKÇÛNÊ ÊRÎŞ ZÊDE BÛNE

Ji komployê ve, di van 20 salan de hişmendiya azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd hê zêdetir geş bûye. Têkoşîna azadiyê ya Kurd zêdetir bûye xwedî xisletekî civakî. Hem nekarîne ku têkiliya gelê Kurd bi Rêber Apo û PKK'ê re qut bikin û hem jî nekarîne ku vîna azadiyê bişkînin. Her ku hişmendiya azadiyê ya Kurd, her ku vîn û rêxistiniya Kurdan geş û gur dibe, mêtingeriya qirker êrîşên xwe zêdetir kirine. Sedema zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ew e ku mîna salên 1998'an ji hêla siyasî, aborî, civakî, leşkerî û çandî ve hatiye ber qonaxa hilweşînê. Çawa ku salên 1990'î li gel bikaranîna hemû hêza leşkerî jî ti encam nestandibin û hatibin ber ewşa hilweşînê, niha jî bi heman rewşê ne.

'EM XWEDÎ WÊ HÊZÊ NE KU DIKARIN KOMPLOYÊ PÛÇ BIKIN'

Desthilata AKP-MHP'ê weke sala 1998'an bi xwe spartina ser hêzên derve, bi desteka siyasî, leşkerî û aborî ya ku ji wan distîne dixwaze ji vê rewşê derkeve. Ji nedîtî ve hatine DMME'yê ya tecrîda giran a li Imraliyê û zext û êşkenceya li wir, desteka Elmanyayê ya li desthilata faşîst, desteka DYA'yê ya li Idlibê ya li vê desthilatê û pê re hewldana ku wê li ser piyan bihêlin, weke sala 1998'an hewldana wê ye ku dewleta Tirk ji hilweşandinê xilas bikin. Lê hêz û tecrûbeya Tevgera Azadiyê ya me û hişmendiya gelê me û vîna wê ya azadiyê, xwedî wê hêzê ye ku dikare van êrîşên komploya nû pûç bike.

TÊKOŞÎNA PIR HÊLÎ LAZIM E

Tecrîda giran a li ser Rêber Apo, zexta zêde ya li ser gelê me, gelên me û hemû hêzên demokrasiyê, êrîşên li ser Tevgera Azadiyê ya me, bi rengê komployeke nû tê rêvebirin. Li dijî vê rewşê, gelê me û hemû hêzên demokrasiyê, 9'ê Cotmeha 1998'an li dijî komploya ku hatî destpêkirin çawa ku berxwedaniyeke şoreşger û demokratîn nîşan dabin û ketibûn nav têkoşînê, îro jî, li dijî komploya ku tê xwestin were geşkirin divê têkoşînekê bikin. Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo û li dijî yên ku destekê didine vê tecrîdê, bi geşkirina têkoşîneke pir hêlî divê komploger werin têkşikandin.

KURDISTAN WÊ AZAD BIBE

Bi vê çarçoweyê em bang li ciwan, jin û hemû gelê Kurd dikin ku li dora helwesta Rêber Apo bicivin û têkoşînê geş bikin, bi vê çarçoweyê azadiya gelê Kurd û Rêber Apo pêk bînin. Em bang li gelên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê jî dikin, bi hişmendiya rabûna  li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û li dijî zexta giran a li ser gelê Kurd wê bibe demokratîkbûna Tirkiyê, mil bidin gelê Kurd û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşînê geş û gur bikin.

Bi berxwedana gelê me û hêzên demokrasiyê, faşîzma  AKP-MHP'ê û hemû komplogeran wê were têkbirin, bi azadiya Rêber Apo re, Tirkiye wê demokratîk bibe û Kurdistan azad bibe.''