PAJK: Gelê Kurd dest ji têkoşîna ji bo Rêberê xwe berneda

PAJK’ê ji bo salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku gelê Kurd di têkoşîna ji bo azadiya Rêbertiyê xwe de gavek paşde neavêtiye.

Koordînasyona PAJK’ê ji bo 20. salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Rêbertî li hemberî kaosa li Rojhilata Navîn tê jiyîn israr û alternatîfa aştî, demokrasî û azadiyê ye.”

Koordînasyonê komploya li dijî Rêberê Komferderalîzma Demokratîk, hêzên komploger bi tundî şermezar kirin û şehîdên li dijî komployê bedena xwe dayî ber agir bi rêzdarî bibîr anîn.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji sala 2015’an ve li ser Rêber Apo tecrîdeke girankirî tê meşandin. Saziyên hiqûqê yên navneteweyî dibin hevparê vî sûcî. Lewre ew jî hevparê vî sûcî şer û mirovahiyê ne. CPT û DMME’yê bi helwesta xwe ya bêdengmayînê bûye aligirê van kiryarên der mirovahiyê û li ba gelê me rewabûna xwe winda kirine. Em bang dikin ku di serî de gelê me yê li Ewropyê û Bakurê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanî dakevin qadan û saziyên pêwendîdar berpirsyariya xwe bînincih.

Di van 20 salan de gelê Kurd di têkoşîna ji bo azadiya Rêberê xwe de gavek paşde neavêt. Destkeftiyên xwe berovajiyê komployê mezintir kirin. Gelên Kurdistanê li qad û kolanan, gerîlayê azadiyê li çiya û bajaran ji bo azadiya Rêberê xwe şerekî  bê hempa meşand."

‘DIXWAZIN BI PLANÊN DAGIRKERIYÊ ENCAM BIDEST BIXIN’

"Hêzên komploger, di esareta rêbertiya me de israr dikin û dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserî bihêlin, şerê Rojhilata Navîn ku navenda wê Kurdistan e kûr bikin, bi vî awayî kaosê bidomînin. Ev nêzîkatî pêşeroja Rojhilata Navîn û destkeftiyên gelên wê armanc dike. Dixwazin projeya Rojhilata Navîn a Mezin pêk bînin."

'EM BANG DIKIN KU BI RENGEKÎ XURT LI RÊBER ABDULLAH OCALAN XWEDÎ DERKEVIN'

PAJK'ê bi domdarî got rewşa dîlbûnê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî yekîtiya Kurd û hêza têkoşînê êrîş û komployek e, hêzên hegemon bi parçekirina Kurdan dixwazin cografyaya Kurdistanê li gor dilê xwe par ve bikin û modêla mêtinger a netewdewletiyê bi rengê çareseriyê ferz bikin û got, ''Ji bo vê jî xwedîderketina li Rêbertî rawesta li dijî hişmendiya mêtinger a li ser Kurdistanê, rawesta li dijî polîtîkayên dabeş bike- parçe bike - rê ye. Mîsogerkirina Kurdan a li gel gelên herêmê bi avakirina welatê hevpar e. Bi vê çarçoweyê di serî de gelê Kurdistanê, em bang li gelên Rojhilata  Navîn dikin ku li Rêber Abdullah Ocalan ku mîsogeriya çareseriya demokratîk e bi rengekî xurt xwedî derkevin.''

PAJK'ê her wiha got gelê Kurd divê hêrsa xwe ya li dijî Komploya 9'ê Cotmehê divê bi rengekî xurt û domdar nîşan bidin, heta ku komplo were parçekirin bi çalakiyên domdar divê bibin bersiv. PAJK'ê got, ''Divê em sala li ber me, bikin sala azadiya Rêbertiy xwe ku ev 20 sal in her kêlî bi berxwedanê dijî. Li dijî vê esaretê têkoşîn û rakirina şertên tecrîdê, sedema hebûn û azadiya gelê Kurd e.''

PAJK'ê bal kişande ser têkoşîna jin û ciwanên Kurdistanê ya li dijî esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Jinên Kurd û ciwanên Kurd li dijî îcada herî hêwilnak a mêraniya serwer komployê, di geşkirina têkoşînê de divê bi roleke serreke rabe û vê ji xwe re bike şertê sereke yê azadiyê. Xeyala me ya hevgihîna bi azadî ya bi Rêbertî re wê bi pêşengiya jin û ciwanan pêk were.''

PAJK'ê bal kişande ser rengê têkoşînê ya siberojê û got ,''Em avaniya milîtan a tevgera azadiyê, têkoşîna me ya hesabpirsînê ya ji komployê wê domdar û bi rengekî encamgir be. Rawesta li ser xeta Apoyî û milîtaniya wê ya bi rengekî tûj, berpirsyariya me ye ku dîrokê û gelê me li ser ser milê me kiriye. Li dijî hemû êrîşan rêxistiniya parastina rewa û avakirina civakî peywira serke ya avaniya me ya milîtan e. Şerê me yê li dijî komployê ku ev 20 salên xwe li pey xwe hişt çawa ku bi tim domdar bû, wê ji niha û pê de jî bidome. ''

PAJK'ê her wiha got sala 2019'an wê bibe sala têkoşîn û serkeftina mezin, dawî li esareta li ser Ocalan were û gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wê jiyana azad ku heq dikin bi hev re bijîn.

PAJK'ê herî dawî wiha got, ''Em Tevgera Jinê, ji bo bidawîbûna komploya li ser Rêbertî, li dijî şerê li dijî gelên me û li dijî hemû çewisandiyan, ji bo avakirina jiyana demokratîk û bi aştiyê em ê têkoşîna xwe ji her demê zêdetir geş bikin. Dem dema wê ye ku gel û jin azad bibin, tecrîd wê were şikandin, komplo were parçekirin û Rêber Apo wê azad bibe.''