Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Şervanên Çalakiyên Odeya Xezeba Zeytûnê, li Ezazê li dijî komeke çeteyên Fatîh Sûltan Mehemt ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirine, di vê çalakiyê de herî kêm 5 çete hatine kuştin.

Sîstema perwerdê ya dewleta Tirk a xwe dispêre înkar, îmhayê hemû mafên çandî-netewî yên gelê Kurd û netewên din napejirîne û yekrengtiyê li ser wan dide ferzkirin.

Beşa zaravayê Kirmanckî (Zazakî) ya ANF’ê dest pê kir. Ajansa me ji îro û şûnde ew ê bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Hewramî û Kirmanckî weşanê bike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Pûtîn û Erdogan li hev kirin ku herêmeke bi berfirehiya 15-20 kîlometre ya bêçek were avakirin .

Li 2 gund û 3 taxên navçeya Dihê ya Sêrtê qedexeya derketina derve hate îlankirin.