KCK: Divê sîstema perwerdehiya Tirk bê redkirin

Sîstema perwerdê ya dewleta Tirk a xwe dispêre înkar, îmhayê hemû mafên çandî-netewî yên gelê Kurd û netewên din napejirîne û yekrengtiyê li ser wan dide ferzkirin.

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê a got: “Perwerdehiya zimanê dayikê mîna şîrê dayikê helal e. Ji bo vê di serî de divê zarokên Kurd, ciwan, mamoste û gelê me yê welatparêz li her derê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê bike.

Komîteya Perwerdehiya KCK’ê ya bi boneya perwerdehiya sala nû ya xwendinê peyamek da û bal kişand ser van xisûsan:

“Îro roja vekirina dibistanan e. Zarok û ciwan siberoj û temînata civakan e. Civakên ku nikaribin siberoja xwe biparêzin nikarin hebûna xwe jî biparêzin. Dîroka Kurd û Kurdistanê ya nêz, nimûneya pir bi êş a vê rastiyê ye. Dîrokên nijadperest û dagirker ên Komara Tirk, Îran, Rejîma BEAS a Sûriye û Iraqê di heman demê de dîroka qirkirina fizîkî û çandî ya li ser Gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandine. Îro jî li ser gelên Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî-Keldanî; her wiha li ser baweriyên weke Êzidîtî, Elewîtî, Yarsanî û hwd. qirkirina çandî, cih bi cih jî qirkirinên fîzîkî bê navber têne meşandin. Bi taybetî jî bi riya perwerdeya ku li dibistanên rejîmên qirker bişaftin û mêtingerî li ser gel û civaka me tê ferzkirin.

BI XWÎNA HEZARAN ŞEHÎDAN

Rejîmên dagirker qirkirina çandî heta roja me jî bi siyasetên xwe yên înkar û îmhayê dide meşandin. Bi derketina PKK’ê re rê li ber siyaseta înkar-îmha û qirkirina fîzîkî û çandî hat girtin. Heta dema pêvajoya ji beriya derketina PKK’ê jî ziman û çanda Kurdî û Kurdistanî hatibû ber qeraxên tinebûnê. Di serî de bi saya têkoşîna Rêber APO û bi ked û xwîna deh-hezaran pakrewanan xwebûn, azadî û vegera li cewherê xwe pêkan bû. Vê jî li Kurdistanê rê li ber vejîn, nûjenî û pêşketinan vekir.

GAVEKE MEZIN Û WATEDAR

Niha li Kurdistanê bi milyonan zarok û ciwanên Kurd, Ereb, Suryan bi ziman û çanda xwe; di dibistane xwe yên azad de, ji dibistana seretayî heya zanîngehê perwede dibînin. Li hemberî pergala qirkirinê çiqas nebesiyen xwe hebin jî, ev ji bo civak û zarokên civakên Kurdistanî gavek pir mezin û bi wate ye. Hemû mamoste û xwendakarên me yên hêja û bi rûmet ên ku di vê oxirê de ked dane û didin em ji dil û can wan pîroz dikin.

DIVÊ DAXWAZA PWERERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ BÊ KIRIN

Îro li Bakurê Kurdistanê serdema nû ya perwerdê destpê dike. Sîstema perwerdê ya dewleta Tirk a xwe dispêre înkar, îmhayê hemû mafên çandî-netewî yên gelê Kurd û netewên din napejirîne û yekrengtiyê li ser wan dide ferzkirin. Li hemberî vê jî pêwîste di serî de zarok, ciwan, mamoste gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk li hemberî vê feraseta nijadperest û faşîzane bisekine û protesto bike. Mafê perwerdeya zimanê dayîkê weke şîrê dayîkê helal e û pêwîste zarok, ciwan, mamoste û gelê Kurd ê welatparêz li her deverê daxwaza mafê perwerdeya zimanê dayîkê bike.

XEBAT DIVÊ BÊ BIHÊZKIRIN

Di serdema nû ya perwerdeyê de pêwîste xebatên perwerdeya netewa demokratîk û zimanê dayîkê bêne xurtkirin. Di vê çarçoveyê de pêwîste her mal, kolan, baxçe û binê her latekê bêye veguherandina dibistan, fêrgeh û akademiyan.

Bi vê boneyê em sala nû ya perwerdeyê li hemû zarok û ciwanên xwendekar, mamoste û kedkarên perwerdeyê yên di serî de li Mexmûr, Şengal û Rojava, li her çar parçeyê Kurdistanê û derveyî welat ked didin pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Em roja destpêkirina serdema nû ya perwerdê ya sala 2018-2019’ê di serî de li Mamosteyê Mamosteyan Rêber APO, kedkar û xebatkarên perwerdê, li hemû xwendkar û Gelên Kurdistanê pîroz dikin!”