Li 2 gund û 3 taxên Dihê qedexeya derketina derve hate îlankirin
Li 2 gund û 3 taxên navçeya Dihê ya Sêrtê qedexeya derketina derve hate îlankirin.
Li 2 gund û 3 taxên navçeya Dihê ya Sêrtê qedexeya derketina derve hate îlankirin.
Ji aliyê Walîtiyê ve li 2 gund û 3 taxên navçeya Dihê ya Sêrtê qedexeya derketina derve hate Îlankirin. Walîtiyê operasyona leşkerî ya ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a navçeya Dihê û Fermandariya Cendermeyan a bajarê Sêrtê ve were kirin weke hincet nîşan da û qedexeya derketina derve ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin li gundên Bîlgilî û Gedîkaşar û taxên Tatlipinar, Eşîk û Çayirli yên navçeya Dihê ya Sêrtê ji ber operasyonê ji seat 18:00’an heta fermana duyemîn qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.