Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê darvekirina aktîvîstên Kurd û êrîşa rejîma Îranê ya li Koyê şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê di çalakiya gerîla de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Navendê nasnameya 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûn eşkere kir.

Nasnameya 12 kesên ji ber êrîşa rejîma Îranê ya li ser navendên PDK-Î û HDK’ê de jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin. 6 ji kesên jiyana xwe ji dest dane endamên Komîteya Navendî ya HDK’ê ne.

Denîz Kaya bi navê girtiyên siyasî daxuyanî da û got, ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û girtiyên nexweş werin berdan, bi armanca hişyarkirinê wê 12'ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê bikin û çalakiya wan wê 3 rojan bidome.

Li Basrayê xwepêşandanên ku 3'ê Îlonê ji nû ve zêde û radîkal bûn, li gel qedexeya derketina derve didomin. Li hin taxên Bexdayê jî xwepêşandanan dest pê kirin. Şewitandina Serkonsolosxaneya Îranê ya li Basrayê jî alozî xist nava her du welatan.

Hate ragihandin, balafirên şer ên dewleta Tirk bombeyan li derdora Amediyê barand.

Li navçeyên Raco û Şera yên Efrînê di çalakiyên YPG'ê de herî kêm 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

Rejîma Îranê cenazeyê Zanyar Muradî, Loqman Muradî û Ramîn Hosseîn Penahî ku duh bi darve kirin nadê malbatên wan.

 

Li navenda bajarê Efrînê teqînek mezin pêk hat. Têkildarî encamên teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li herêma Herat a li rojavayê Afganîstanê li bendeke kontrolê êrîşek hate kirin û 9 kes mirin. Hate gotin ku êrîş ji aliyê Talîbanê ve hatiye kirin.