Li navenda Efrînê teqîn

Li navenda bajarê Efrînê teqînek mezin pêk hat. Têkildarî encamên teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê îro danê nîvro li nêzî Hola Jin a li Cadeya Fil a navenda bajarê Efrînê teqînek mezin pêk hat.

Têkildarî encama teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hate ragihandin ku li Efrînê rewşekî awarte heye û di nava artêşa Tirk û çeteyên wê de jî metirsiyek mezin heye.

Li Efrînê di rojên dawî de çalakiyên şervanên YPG’ê li dijî hêzên dagirker zêde bûn. YPG’ê heta niha têkildarî teqîna li navenda bajar daxuyaniyek nedaye.