Girtiyên siyasî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin

Denîz Kaya bi navê girtiyên siyasî daxuyanî da û got, ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û girtiyên nexweş werin berdan, bi armanca hişyarkirinê wê 12'ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê bikin û çalakiya wan wê 3 rojan bidome.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî da.

Kaya diyar kir ku di rêya jiyaneke mezin û watedar de ew têkoşîna xwe geş dikin û li dijî her şêwe êrîşên faşîzmê di her kêliyê de li ber xwe didin.

Kaya got, li hemberî hemû cûreyên paşverûtiyê yên ku li pêşiya rastiyê û azadiyê asteng in, ew xwedî helwest in û wiha dewam kir: "Di şerê azadiyê de dibe ku em dîl ketibin destê faşîzmê, lê belê di dîroka me ya têkoşînê de jî hatiye dîtin ku em ti carî teslîm nebûne. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, me li dijî êşkenceya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi salan li ber xwe dan û serî netewand. Faşîzma ku dixwest bi rêya zindanê gel tasfiye bike, çawa ku bi berxwedana 14'ê Tîrmehê têk çû, wê niha jî têk biçe. Weke şopdarên berxwedana 14'ê Tîrmehê di her şert û mercî de em ê dilsozê nirxên xwe bin û ji bo serketin û azadiya gel, em ê berxwedana xwe geş bikin. Ev yek erk û berpirsyariya me ya bingehîn e."

'EM TECRÎDA LI SER RÊBERÊ XWE TI CARÎ QEBÛL NAKIN'

Di daxuyaniyê de işaret bi bêdengiya li pêşberî kiryarên rejîma Erdogan hate kirin û hate gotin, "Hikumeta Erdogan ji ber vê bêdengiyê welêt dixe nava rejîmeke faşîst a sîstema dîktatorî. Ji ber vê yekê, talan û her şêweyên zextê ji xwe re meşrû dibîne. Lewma her kesên ku xwe weke demokrat, rewşenbîr û entelektûel dibînin divê bes bêdeng bin. Rêberê me li zindana Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de xwedî helwest û seknekê ye. Em, zêdeyî 10 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, li dora Rêberê xwe dicivin û destnîşan dikin ku em tecrîdê ti carî qebûl nakin."

'HEVALÊN ME YÊN NEXWEŞ JI BER KU NAYÊN DERMANKIRIN JIYANA XWE JI DEST DIDIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mercên li girtîgehan, zext, zordarî û êşkence giran bûne û hate gotin, "Bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin her tiştî ji raya giştî veşêrin. Ev yek hewldana ji bo nixumandina faşîzma çalak e. Em dibînin û dijîn ku şert û mercên dîlgirtinê li ti ol, demokras, maf, hiqûq û feraseta azadiyê nayên. Bi taybetî hevalên me yên nexweş ji ber ku nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin. Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê heye. Mehên dawî, hevalên me Nîhat Baymiş, Celal Şeker, Selahattîn Aytek û Koçer Ozdal ji ber nexweşiya wan giran bû û bi rêk û pêk nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan."

JI BO HIŞYARKIRINÊ: GIRAV BIRÇÎBÛNÊ YA 3 ROJAN

Denîz Kaya bi bîr xist ku bi raporan hatiye destnîşankirin ku bi sedan hevalên wan bi nexweşiyên giran ketine û wiha pê daket: "Hiştina wan li zindanê û tedawînekirina wan, şêweyekî vekirî yê cînayetê ye. Dewleta TC'ê wextekê bi kiryarên nediyar tevdigeriya û xwe meşrû dikir, niha jî bi rengekî vekirî vê yekê li zindanan dike. Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Lewma em dibêjin, li dijî her kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê em ê ti carî tawîzê nedin û em ê li ber xwe bidin. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin û hevalên me yên nexweş werin berdan û dermankirin, bi armanca hişyarkirinê em roja 12'ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê dikin. Greva me ya hişyarkirinê wê 3 rojan dewam bike. Em bang li gelê xwe û mirovahiyê dikin ku li dijî rejîma faşîst a dewleta TC'ê dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin. Em hemû hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin ji bo bîranîna wan em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."