KCK'ê Îran şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê darvekirina aktîvîstên Kurd û êrîşa rejîma Îranê ya li Koyê şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Li Îranê nifûseke girîng a Kurdan heye. Lê belê Kurd li Îranê jî ji mafên xwe bêpar in. Xwerêveberiya Kurdan a li ser bingeha azadiya nasname, ziman û çandê nîne. Ev yek dibe sedem ku di navbera dewleta Îranê û gelê Kurd de pirsgirêk, nakokî û şerekî hertimî rû bide. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, nepêkan e ku nakokî û şer biqede. Bi darvekirin, zext û êrîşan pirsgirêk ji holê ranabe, berevajî pirsgirêk girantir dibe.

Me timî destnîşan kir; eger pirsgirêk li gorî dîrok, kevneşopiya siyasî û tecrûbeya Îranê bê nirxandin, bi nêzîkatiya Îslamê ya ku hebûn û azadiya cihêrengiyan nas dike bê nirxandin, wê bê çareserkirin. Li ser bingeha nirxên demokratîk ên taybetmendiya federasyona xwezayî ya dîroka Îranê, eger xweserî û xwerêveberî bê afirandin, Kurd wê bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Lê belê rêveberiya heyî li şûna ku kevneşopiya siyasî, civakî û dîroka Îranê, li şûna ku nêzîkatiya wekhev a Îslamê ya li hemû cihêrengiyan esas bigire, bi zîhniyeta netewe-dewletê ya modernîteya kapîtalîst, bi feraseta desthilatdar a otorîter û navendîparêz tevdigere. Ji ber vê yekê polîtîkayeke ku li dîrok, kevneşopiya çandî û civakî ya Îranê nayê dimeşîne. Ev nêzîkatî jî dibe sedem ku pirsgirêkên li Îranê girantir bibin û li herêmê û Rojhilata Navîn pirsgirêkên nû der bibin.

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN NAVBERA GELÊ KURD Û DEWLETA ÎRANÊ ZEHMET DIKE

Dewleta Îranê bi darvekirina ciwanên Kurd û bi sûîqestên siyasî yên bi êrîşên fuzeyan re pirsgirêkên navbera gelê Kurd û dewleta Îranê girantir dike. Çareseriya pirsgirêkên Kurdan ên bi dewleta Îranê re ya li ser lihevkirina demokratîk zehmet dike. Eger pirsgirêk bi şer an jî tepisandinê çareser nabin, wê çaxê divê dest ji van rêbazên li dijî daxwazên siyasî yên Kurdan bê berdan. Dema ku hebûn û mafên demokratîk ên gelê Kurd bi destûra bingehîn û qanûnan hate ewlekirin, hingî wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Pêşîgirtina li destwerdanên gengaz ên hundir û derve bi vî rengî dibe.

Divê em vê yekê destnîşan bikin; bi darvekirinê, bi sûîqestên siyasî û bi rêbazên tepisandina pirsgirêkên siyasî û civakî re pirsgirêkên li wî welatî dixitimin. Lewma em bang li dewleta Îranê dikin ku dest ji van rêbazên xwe yên li dijî gelê Kurd û hêzên mûxalîf ên siyasî demokratîk berde û pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re bi lihevkirineke demokratîk çareser bike. Em careke din diyar dikin; eger Îran di vî warî de gavê biavêje, ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi vî rengî em ê jî gelê Kurd, hêzên siyasî û demokratîk teşwîq bikin. Nepêkan e ku daxwaza mafdar û têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi zext û zordariyê, bi rêyên noker û sîxuran bên tepisandin.

SERSAXÎ JI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE XWEST

Em pê bawer in ku bîranîn û hesreta şehîdên sêdarê û yên bi fuzeyan şehîd bûn, wê bi azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêk were. Bi vê bîr û baweriyê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re, şîfa xêrê jî ji birîndaran re dixwazin."