HPG: Li Çelê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê di çalakiya gerîla de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Navendê nasnameya 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Artêşa TC a dagirker roja 2'ê Îlonê li derdora gundê Helhelê yê navçeya Hezro ya Amedê dest bi operasyonê kir. 3'ê Îlonê saet 4'an, hêzên dagirker bi helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Hêzên me bi xurtî li gule li helîkopterên Kobra reşandin û helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê biçin. Artêşa dagirker piştî bomberdûmanê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe li herêmê danî û di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hevalê me Hakî ku di şer de bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kir, di dema bomberdûmanê de şehîd bû. Hevalê me Kendal jî ku heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir, bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Hakî Şiyar
Nav paşnav: Denîz Yuksel
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Hamiyet-Reşît
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2018'an / Amed

Nasnav: Kendal Pîr
Nav paşnav: Ferdî Tûltak
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Gulîzar-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2018'an / Amed

LI ÇELÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 8'ê Îlonê saet 10'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Ji çar baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 2 çeper û stargeheke dijmin hatin rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê."