Nasnameya 12 kesên ji ber êrîşa doh danê sibehê ya rejîma Îranê jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin. 6 ji kesên jiyana xwe ji dst dane endamên komîtey anavendî ya HDK'ê ne.
HDK'ê daxuyaniyek weşand û nasnameya 12 kesên jiyana xwe ji dest dane eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniya HDK'ê ji ber êrîşê 40 kes jî birîndar bûne.
Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
- Endamê Komîteya Navendî ya HDK’ê Kerîm Mehdewî (Kerîm Seqizî)
- Endamê Komîteya Navendî ya HDK’ê Îbrahîm Îbrahîmî (Braym Zîweyî)
- Endama Komîteya Navendî ya HDK’ê Nesrîn Hedad
- Endama Komîteya Navendî ya HDK’ê Sûheyla Qadirî
- Endamê Komîteya Navendî ya HDK’ê Rehman Pîrotî
- Endamê Komîteya Navendî ya HDK’ê Hazim Ezîzî
- Kerîm Resûlzade
- Osman Osmanî
- Kerîm Karsaz (Hawrê Şêxanî)
- Pêşewa Seyyîd Omer
- Cemal Ekberî
- Mensûr Ekberî Pûr