Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên HPG û YJA-Star a 12’ê Adarê li gundê Kulê yê navçeya Agirî Bazîdê li dijî wesayîta leşkerî ya tîpa amarok weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Dersim, Wan û Şirnexê şehîd bûbûn, eşkere kir.

Parêzer Lukas Theune beriya serdana Erdogan bang kir û got, ‘’Divê Erdogan li Dadgeha Sûcên Şer a Navnetewî ya li Den Haagê  were darizandin’’.

Rejîma AKP’ê çalakiya heftiya 700’î ya Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê qedexe kir û êrîş bire ser dayikan. 11 kes hatin destgîrkirin. Dayikan gotin, ‘Ev meydan a me ye’.

Li Iraqê hevdîtin û lihevkirina di navbera komên Şiî û Sunî yên ji bo avakirian hikûmeta nû de, İTC ya ku jİ aliyê Tirkiyeyê ve hatî avakirin rehetsiz kir.

Di şewata li oteleke dikeve  bakurê rojhilatê Çînê de herî kêm 18 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûne.