Serokê İTC’ê gef li Şiî û Suniyan xwar!

Li Iraqê hevdîtin û lihevkirina di navbera komên Şiî û Sunî yên ji bo avakirian hikûmeta nû de, İTC ya ku jİ aliyê Tirkiyeyê ve hatî avakirin rehetsiz kir.

12'ê Gulanê li Iraqê hilbijartina giştî ya parlamentê pêk hat. Bi îdîaya "gelek dek û dolab hatin gerandin, fen hate kirin" îtiraz li encamên hilbijartinê hate kirin. Beşeke mezin a dengan ji nû ve hate jimartin.

Piştî eşkerekirina encamên fermî yên hilbijartina parlamentoyê ya 9’ê Tebaxê ji bo avakirina hikûmeta nû hevdîtin hatin kirin. Di vê çarçoveyê de di navbera komên Şiî û Sunî de ji bo avakirina hikûmetê hevdîtin destpêkirin.

Hevdîtinên di navbera komên Şiî û Sunî de Serokê İTC’ê Erşad Salihî ku weke destê qirêj yê Serokkomarê Tirk Receb Tayyîp Erdogan e, rehetsiz bû. Salihî têkildarî hevdîtinên ji bo avakirina hikûmeta nû axivî û got Şiî û Sunî dixwazin Iraqê parçe bikin.

Salihî piştî van sûcdariyên xwe bi gotina ‘Em hişyariyê didin komên Şiî û Sunî ji bo dev ji vê karê xwe berdin’ gef li wan xwar.

Salihî di civîna çapemeniyê de wiha got; “Tirkmen destekê didin koalîsyona ku parastina yekîtiya Iraqê dike. Şiî û Sunnî yên ku xwe weke xwediyê Iraqê dibînin divê serî ji bo parçekirina Iraqê re netewînin.”

GIRÊDAYÎ ITC'Ê KOMÊN TIRKIYÊ YÊN PARAMÎLÎTER HATIN AVAKIRIN

Salîhî, Sunnî û Şiî bi parçekirina Iraqê sûcdar dike û qet qala komên Çete yên girêdayî ITC’ê ku bi destê Tirkiyê hatiye avakirin û dixwazin li Kerkukê tevlîheviyan derînin, nake. Salîhî, qet qala koma çete ya girêdayî ITC’ê ye ku ji 600 kesan pêk tê, mehmiza wan ji hêla Tirkiyê ve tê dayîn nekir.

Ev koma çete ku ji hêla ITC û Erşad Salîhî ve hatiye avakirin, di rojên borî de ji hêla parlamenterê YNK’ê yê Iraqê Şwan Davudî ve bi belgeyan ji raya giştî re hatibû eşkerekirin.

Piştî derbirînên nûnerê Tirkiyê yê li Bexdayê Firat Yildiz ku gotibû ‘em ê cejna qûrbanê li axa bav û kalên xwe kerkukê bikin” ev daxuyaniyên Salîhî, balkêş in.