Gerîla Tv dîmenê çalakiya Bazidê weşand

Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên HPG û YJA-Star a 12’ê Adarê li gundê Kulê yê navçeya Agirî Bazîdê li dijî wesayîta leşkerî ya tîpa amarok weşand.

Gerîa Tv dîmenê çalakiya gerîla ya 12’ê Adarê li gundê Kulê yê navçeya Agirî Bazîdê li dijî wesayîta leşkerî weşand.

Dîmenên çalakiyê;

 

HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû;

“Li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de, 12'ê Adarê hêzên me nêzî gundê Kulê yê navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî  wesayiteke bi tîpa amarokê çalakiyek kirin. Hêzên me çûn ser enqazê wesayita bi tîpa amarok û gelek malzeme û dokûmanên leşkerî yên di wesayitê de desteser kirin û wesayit şewitandin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.”