‘Erdogan li şûna ku li Berlînê were pêşwazîkirin, li Den Haagê divê were darizandin'

Parêzer Lukas Theune beriya serdana Erdogan bang kir û got, ‘’Divê Erdogan li Dadgeha Sûcên Şer a Navnetewî ya li Den Haagê  were darizandin’’.

Merkel û Steînmeîer 28-29’ê Îlonê xwe hazir dikin ku bi merasîmeke dewletê Erdogan pêşwazî bikin li aliyê din jî bi dehan sazî wê bibêjin, ‘Erdogan not welcome’.  Parêzer Theune ku ji bo protestoyê serlêdana destûrê kiriye, got, ‘’Erdogan  li Dadgeha Sûcê Şer a Navnetewî ya li Den Haagê divê were darizandin’’.

Erdogan ji 2014’an ve piştî ku serlêdana fermî li Berlînê kiribû, cara pêşî bi sifetê ‘Serokkomar’ wê serdana Berlînê bike. Ev serlêdan plansaziya wê beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê hatibû kirin lê rêveberiya Berlînê ji ber tirsa ku ev serdan wê bibe desteke vekirî ji bo Erdogan, biryar dabû ku serdan 28-29’ê Îlonê were kirin.

Serokkomar Frank Walter Steînmeîer û Serokwezîr Angela Merkel xwe hazir dikin ku Erdogan bi protokala dewletê li ser mehfûra sor pêşwazî bikin, lê hêla din jî gelek rêxistinên civaka sivîl ji bo hatina Erogan protesto bikin xwe kar dikin.

Sazî bi platformeke bi navê ‘Erdogan not welcome’ (‘Ti ne bixêr hatî’) hatin cem hev û ji bo çalakiya fermî ya 29’ê Îlonê saet 12.00’an, li meydana Alexenderplatz, li niqteya Neptunbrunnen bi rengekî fermî serlêdana xwe kirin.

 ‘ARMANCA ME EW  E KU DÎKTATOREK ÇAWA HEQ DIKE EM WÎ WIHA PÊŞWAZÎ BIKIN’

Parêzer  Lukes Theune ku serlêdan kirî ji ANF’ê re li ser armancên protestoyê axivî. Theune yek ji wan kesan e ku destekê dide têkoşîna hiqûqê ya Kurdan a li Elmanyayê. Theune got dîktatorek li şûna protokola dewletê, çawa heq dike divê wiha were pêşwazîkirin û bang li wan hemû kesan kir, ku ji hevkariya gemarî ya hikûmeta federal û Erdogan aciz in, werin çalakiyê.

Theune got her carê, beriya rûniştina Merkel û Erdogan zext û zordariya li ser Kurdên Elmanyayê zêde dibe û got, ‘’Weke ku berê bûyî, niha jî hevkariya di navbeyna polîsên Elman û Tirk de zêde dibe’’.

Theune got, 18’ê Tebaxê dema ku bi çalakiyekê êrîşa hewayî ya li ser Şengalê hatî şermezarkirin, li Berlînê polîsan hewl dane kesekî ku gotî, ‘’Erdogan faşîst û kujer e’’ destgîr bikin û domand, ‘’Li gel ku dirûşm di nav çarçoweya azadita raman û derbirînê de ye  jî, ji bo ku Erdogan xweştir were pêşwazîkirin, çavnebariya polîsans li dijî dirûşmeyan jî heye’’.

Theune got armanca wan a sereke ew e ku serdana Erdogan asteng bikin û domand: ‘’Armanceke me ya dî jî ew e ku em wê peyamê bidin wan mirovan ku li Kurdistanê û Tirkiyê têdikoşin. Em dixwazin ji wan re bibêjin, li dijî vî dîktatorî em li rex we ne. Li şûna ku Erdogan li Berlînê, yan î li devereke dî bi mehfûra sor were pêşwazîkrin, divê li Den Haagê li Dadgeha Sûcê Şer a Navnetewî were darizandin. Heta ku ev pêk were wê têkoşîna me bidome.’’